Dadgehê binçavkirina 16 kesên li Wanê 4 rojên din dirêj kir 2021-05-26 15:18:12   WAN - Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê, binçavkirina 16 kesên di lêpirsîna MEBYA-DER'ê de hatibûn binçavkirin, 4 rojên din dirêj kir.    Polîsan bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Wanê, di 19'ê Gulanê de li dijî endam û rêveberên MEBYA-DER'ê 16 kes binçav kiribûn. 16 kesên li midûriyeta polisan îro sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kirin. Dadgehê jî li ser daxwaza dozgeriyê binçavkirina 16 kesan 4 rojên din dirêj kir.  OHD'ê bi riya medya dijîtal bertek nîşan da û xwest kesên hatine binçavkirin bi lez bên berdan.    KESÊN N DI BIN ÇAVAN DE   Navê 16 kesên di bin çavan de wiha ne: "Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulistan Onver, endamên komeleyê Ceyda Dîndar, Mahmut Dîndar, Cihat Aksu, Cevdet Bîlekçî, Îsa Demîragaç, Sureyya Azba, Azîze Oner, Nuhî Alici, Savaş Encu, Şevket Kaplan, Halîl Karakoç, Kamuran Çîftçî, Seracettin Bayhar, Halime Suslu û Nebi Kaçak.