Yildiz di bin dorpêça eskeran de hat veşartin 2021-05-26 15:39:38   DERSIM - Cenazeyê Mûrat Yildiz ê li navçeya Pulurê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, di bin dorpêça eskeran de hat veşartin.    Mûrat Yildiz (28) ê ji gundê Kilmer a girêdayî navçeya Pulur a Dersimê ji bo ku biçe zozanan û ji sewalên xwe re cih çêbike, di 7’ê gulanê de bi wesayîta xwe diçe zozanên gundê Agaçpinar û li çoltera gundê Aşkirikê di encama êrşa hewayî ya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Yildiz, cenazeyê lawê xwe duh ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtibû. Malbatê cenazeyê ku piştî 20 rojan wergirt anî Mala Cemê ya Pulurê.    DORPÊÇA ESKERAN   Cenazeyê ku ji Mala Cemê ya Pulur hat girtin ji bo definkirinê birin Gundê Agaçpinarê. Eskeran Şaredarê Dersîmê Fatîh Mehmet Maçoglû, Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul, Hevşaredarê Bajaroka Periyê Orhan Çelebî yê ji peywîrê hat girtin, Serokê Baroya Dersîmê Kenan Çetîn, nûnerên HDP’ê û rêxistinên civakî yên sivîl ên ku ji bo merasîma cenaze hatin Mala Şînê asteng kirin.    Cenazeyê Yildiz, bi merasîma ku tenê ferdên malbatê tevlîbûn, di bin dorpêça eskeran de hat veşartin.