Oluç: Berpirsiyarê tundî û lincê Îtîfaqa Cumhurê ye 2021-05-26 16:09:28   ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bertek nîşanî gefên Serokomar û Serokê AKP'î Tayyip Erdogan da û wiha got: “Berpirsiyarê tundî û lînca li dijî civakê û siyasbeta demokratîk bi temamî Îtîfaqa Cumhurê ye."    Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, li meclîsê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Oluç, têkildarî daxuyaniyên Serokê Mafya giredayî dawletê Sedat Peker û daxuyanriyên Serokomar û Serokê AKP’î Tayyip Erdogan nirxandin kir. Oluç, “Ev îqtîdar ji bo xwe li ser piyan bihêle, her dem civakê bi darbeyan ditirsîne. Li dijî vê îqtîdarê tu gefên darbeyê tune ye. Îqtîdar bi gotina 'Armanc Tirkiye ye,' xwe diparêze. Lê mijar ne Tirkiye ye. Ev mijar iqtîdar bi xwe ye. Xwe wekî tevahiya Tirkiye qebûl nekin. Tirka wekî welat tev di bin gefan de ye belav nekin. Her ku diçe koma piştgiriyê didin îtifaqê kêm dibe. Piştî serokê Rêxistina Sûc û Mafya di axive hemû qirêjiyên wî welatî belav dibin. Ez pir aşkere bêjim ev mesele li Tirkiyeyê ne nû ye. Rêxistinek pir kevn e. Di qezaya Susurluk ê de jî ev rastî derket holê. Di encama qezayê de têkiliya siyaset, mafya û burokrasiyê derketibû holê."    Oluç, qala têkiliya serokê mafya û mitînga Tayyip Erdogan a li Rîzeyê kir û wiha got: "Em qala vîdeoyên Serokê Çeteyên Sûc dikin. Di sala 2015'an de li Rîzeyê kê piştgirî da mîtînga Tayyip Erdogan? Ji bo Referandumê kê mitîng amade kirin? Ew bû. Di sala 2018’an de kê piştgirî da îtîfaqa Cumhur. Dîsa ew bû. Îlanên yek rûpel dan rojnameyan. Ev îlanên piştgiriyê di kîjan rojnameyan de derketin. Di medya hevkarê îqtîdarê de derketin. Kê piştgirî da tûrên alîkarê hevkarê îqtîdarê OSO? Kijan saziyên medya, di dawetiyên îftardê de kirin ser mêvan. Yek jê Rojnameya milliyetê ya din jî Akit e. Komên li pişt her duyan diyar in. Kê got 'Em ê bi xwina we serê xwe bişon' Heman kes bû?"    'LI TIRKIYEYÊ DARAZEK SERBIXWE HEBÛYA WIHA NEDIBÛ'    Oluç, anî ziman ku li Tirkiyeyê darazek serbixwe û bêalî hebûya ev pêk nedihatin û wiha axivî: "Lê darazek bê alî tune ye. Tu fikara îqtîdarê ya hiqûqa gerdûnî tune ye. Tenê fikarek wan heye. Ew jî îqtîdara wan e. Îqtîdar ji bo ser hemû rastiyan bincil bike serî li hemû rê û rêbazan dide. Li Rîzeyê lînca siyaseta demokratîk nayê qebûlkirin. Em teqez gefa li dijî siyaseta demokratîk red dikin. Ji niha û şûnde li dijî siyaseta demokratîk, muxalefet û civakê lînc û tundiyek pêk bê, berpirsiyarê vê yekê îqtîdar û îtîfaqa Cumhur e."     Oluç, qala Torosên Spî jî kir û wiha lê zêde kir: "Berpirsiyarên 1000 operasyonan, Torosên Spî, kuştina 17 hezar kesan, di heman demê de şirîkê îqtîdarê ne. Em carek din dibînin ku aktorên wê demê, dîsa heman aktor in. Li kîderê şer hebe, li kîderê dijminantiya civakê û gel hebe, li wir çete, mafya û komên mafyayî hene. Li wir aj didin û geş dibin. Têkiliyên xwe û îtîfaqê qurt dikin. Yên wê rojê xwe bi şerê qirêj xwedî dikirin, îro jî xwe bi şer xwedî dikin. Bi çeteyan dijminantiya Kurdan dikin."     'DIVÊ MECLÎS BERPIRSIYARIYÊ BIDE SER XWE'    Oluç, xwest meclîs berpirsiyariyê bide ser xwe û wiha got: "Em ê der barê mijarê de pêşniyarnameyê bidin meclîsê û divê vê mijarê lekolîn bike. Divê meclîs berpirsiyariyê bide ser milê xwe. Divê meclîs wekî serdema Susurlukê niha jî erka we pêk bîne. Divê komîsyona lêpirsînê ava bike."