Nûçegîhanê me Aslan ji girtîgehê derket: Em ê dest ji pîşeya xwe bernedin 2021-05-26 19:24:22     ANTALYA- Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Mehmet Aslan ku 5 meh in girtî bû, di danişîna yekemîn de hat berdan. Aslan, piştî ji girtîgehê derket daxuyanî da û got: “Heta ku meşaleya Apê Musa dewrî me kiriye em nekin mina rojê û tariyê ronî nekin, em dest ji pîşeya xwe bernadin."     Nûçegihanê ajansa me ya Mezopotamya (MA) Mehmet Aslan ê ji 9’ê çile 2021’an ve li Girtîgeha Antalyayê girtî ye, îro danişîna doza wî ya ewilî li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Aslan bi hêceta nûçeyên çêkirin dihat darizandin. Aslan ê ku bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” û “xelkê sor dike û nûçeyên nav têdanê çê kiriye” doz lê hatibû vekirin, bi SEGBÎS’ê ji girtîgehê beşdarî danişînê bû. Aslan piştî danişînê serbest hat berdan. Pişti dadgehê biryara berdanê da, Aslan ji girtîgehê derket. Aslan, li pêş girtîgehê daxuyanî da û got: “Ez nêzî 5 meh in ji ber nûçeyên xwe girtî me. Mixabin li Tirkiyeyê kesên li pey heqîqetê ne û rastiyan dinivîsin tên girtin. Lê bila vê yekê ji bîr nekin, her çend me binçav bikin û bigirin jî emê her tim rastiyan binivîsin. Heta ku meşaleya Apê Musa dewrî me kiriye em nekin mina rojê û tariyê ronî nekin, em dest ji pîşeya xwe bernadin."