ROJEVA 27'Ê GULANA 2021'Ê 2021-05-27 09:00:23   * Derbarê daxwaznameya damezrandina Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) de, biryara "rawestandina birêvebirinê" hat dayîn. Wezareta Karên Navxweyî ji bo xalên "Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, mafê çandî û mafê tayinkirina çarenûsa xwe" ên di tuzuka partiyê de derpêş kir ku li dijî Qanûna Bingehîn in.   * Akademîsyenên aştiyê ku rêvebirê çeteyan Sedat Peker gef li wan xwaribûn, diyar kirin ku her ku dewlet ji demokrasiyê bi dûr dikeve, hîn bêtir nêzî mafyayan dibe û got: "Welat ber bi koncaleke kûr ve digindire."    * Serhat Dîcle Înan ku ji bo kiryarên bavê xwe bibîne bû parêzer û bi salan de di warê hiqûqî de têdikoşe, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi cinayetên kiryar nediyar polîtîkaya bêcezatiyê heye.    * Grûp Îsyan Ateşî ji bo bîranîna Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ku li Girtîgeha Amedê agir berdabûn bedena xwe û jiyana xwe ji dest dabûn, bi navê "Dort Meşale" stranek çêkiriye û klîba stranê çêkiriye. Endamê komê Yilmaz Karaarslan, anî ziman ku armanca wan "bibîrxistina vê berxwedana destanî" ye.    * Ji bo bilêvkirina "Birêz Ocalan" derbarê Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê de 2 îdianame hatin amadekirin. Dadgeha Qanûna Bingehîn di sala 2012'an de vê bilêvkirinê di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de nirxandibû.    * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê wê di roja 80'emîn de berdewam bike.    * 2'yemîn danişîna nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Dîndar Karatş ê ne girtî tê darizandina, wê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê bê dîtin. (09.00)   * 4'emîn danişîna doza darizandina polîs F.K. ê ciwanê Sûriyeyî Alî El Hemdan ê 17 salî li Edeneyê kuştibû, wê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê bê dîtin. (10.00-20.00)   * 19'emîn doza derbarê kuştina 33 kesên di êrişa DAIŞ'ê ya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da bûn hatibû vekirin, wê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê lidarxistin. (10.00)   * Bi tevlîbûna Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir wê li Buroya Îrtîbatê ya Navenda Giştî ya DBP'ê derbarê çalakiya greva birçîbûnê de, daxuyanî bê dayîn. (12.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, wê têkildarî kesên li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê ji aliyê eskeran ve hatibûn birîndar kirin, li ber Rêxistina HDP'ê ya Şemzînanê dê daxuyanî bide çapemeniyê. (14.30 - 15.00)