ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da 2021-05-27 14:14:22   AMED - Rêxistina ESP’ê ya Amedê, bertek nîşanî binçavkirinan da û bang kir ku hemû hêzên demokratîk ên şoreşger  li dijî êrîşan têkoşîneke hevpar bimeşînin.   Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, di 24’ê gulanê de li Dersîmê hatibû binçavkirin. Rêxistina ESP’ê ya Amedê, têkildarî binçavkirinan alîkara hevserokên xwe ya giştî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê jî beşdarî civînê bûn. ESP’iyan di civînê de pankarta “Dê faşîzma mêtînger têk biçe berxwedêr serbikevin” vekirin. Di civînê de rêvebera ESP’ê ya Amedê Ayşe Esmer axivî.   ‘TÊKOŞÎN PAŞ VE NAÇE’    Esmer, diyar kir ku faşîzma AKP’ê û MHP’ê ji bo hêrsa bindestan bitepisîne her rê diceribîne û wiha axivî: “Ji aliyekî hewl dide ku kesên azadbûna polîtîk dixwazin bi qedexeyên pandemiyê bi qutifîne ji aliyê din jî bi binçavkirin û girtina kurd, welatparêzên sosyalist û şoreşgeran dixwaze vîna wan bişkîne. Lê ligel hemû êrîşan jî li ser vê axê berxwedan û têkoşîna meşru paş ve naçe.”   ‘PERGALA HIQÛQÊ NÎNE’   Esmer, qala têkiliyên çete-mafya-dewletê ku raya giştî ya Tirkiyeyê niqaş dike kir û wiha got: “Ev sûc nekirine mijara lêpirsînê jî. Navê vê ne pergala hiqûqê ye rasterast faşîzma mêtînger e.” Esmer, got “Hêvî ripîrast li ser piya ye” û bang kir ku li dijî êrîşan hemû hêzên demokratîk ên şoreşger têkoşîneke hevpar bimeşînin.