Kesê ji bo parvekirina mîrateyê hatibû Amedê, mirî hat dîtin 2021-05-27 14:25:02   AMED - Faysal A. yê ji bo parvekirina mîrateyê, ji Mêrsînê hatibû Amedê, li oteleya xizmên xwe mirî hat dîtin.   Welatiyê 54 salî Faysal A.yê ji bo parvekirina mîrateyê ji Mêrsînê hatibû Amedê, li otela xizmên xwe yên li navçeya Sûrê mirî hat dîtin. Xebatkarên otelê yên di saetên serê sibê de, ketin odeya Faysal A., li kêleka text bêliv û tevger dîtin. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, dan zanîn ku Faysal A. jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeyê Faysal A. piştî lêpirsîna li cihê bûyerê, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî.    Polîsan derbarê bûyerê de, dest bi lêpirsînê kirin.