Doza Hemdan ê hat kuştin taloq bû 2021-05-27 16:29:40   EDENE - Dadgehê danişîna doza Alî El Hemdan ê ji Sûriyê ji aliyê polîs F.K. ve hatibû kuştin ji ber bersûc wekalet nedaye, berdewama girtina wî da û danişînê taloq kir.    Alî El Hemdan (17) ê ji Sûriyê di 28’ê nîsana 2020’an de li Edenyê ji aliyê polîs F.K. ve hatibû kuştin. Danişîna çaremîn a doza têkildarî kuştinê hatiye vekirin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat lidarxistin. Bersûc F.K. ji sûcê “kuştina bi qestî” tê darizandin û bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji girtîgeha lê girtî ye beşdarî danişînê bû. Parêzerên F.K. û parêzerên malbatê beşdarî danişînê bûn. Danişîn bêparezer pêk hat.      Malbata Hemdan beşdarî danişînê nebû û ji ber pandemiyê destûra şopandina dozê ya 5 kesan hat dayîn.    Parêzerên endamên Baroya Edeneyê, ÎHD û ÇHD’ê beşdarî danişînê bibin. Lê serokê dadgehê bi hêceta ku wekaleta wan nîne ango wekalet ji malbatê wernegirtine beşdariya van parêzeran a dozê red kir.    Bersûc F.K. parastina xwe kir û xwest were berdan, lê dozger daxwaza wî red kir û xwest girtî were darizandin.    Parêzerên bersûc îdia kirin ku miwekîlê wan wî penaberî bi qestî nekuştiye.    Parêzer Tûgay Bek jî li ser navê Komeleya Hiqûqzanên Hemdem (ÇHD) axivî û diyar kir daxwaza wan beşdariya dozê daxwazek gelek mafdar e û xwest daxwaza wan a ji aliyê dadgehê ve tê redkirin li girtekê were zêdekirin.    Şandeya dadgehê derbarê polîs F.K. ê bersûc de berdewamiya girtinê da û danişînek din taloqî 9’ê 2021’an kir.