Hejmara kesên li Amedê hatin girtin derket 16’an 2021-05-27 17:05:22   AMED – Ji 30 nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ku li Amedê hatibûn binçavkirin, 16 ji wan hatin girtin û 14 ji wan jî hatin berdan.   Di 24’ê gulanê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polisan li Amed, Edene, Mersîn, Antalya, Stenbol û Êlihê bi ser gelek malan de girtibûn û 30 kesî binçav kiribûn. Duh ji van 30 kesan 16 jê derketibûn edliyeyê û 9 kes ji wan hatibûn girtin û 7 kes ji wan jî hatibûn berdan. Îro jî 14 kesên mayî derketin edliyeyê û 7 kes ji wan bi angaşta “emdamtiya rêxistinê” hatin girtin û 7 kes ji wan jî hatin berdan. Bi vî awayî bi 9 kesên ku duh hatibûn girtin re hejmara kesên hatin girtin derket 16’an.    NAVÊN KESÊN HATINE GIRTIN   Kesên îro hatin girtin navê wan wiha ne: Abdûlbarî Mavlay, Beycan Taşkiran, Mehmet Atlihan, Alaattîn Zûgûrlî, Ozlem Noyan, Selvî Ok û Ramazan Kizilltepe. Duh jî ev kes hatibûn girtin: Hevserokwekîlê HDP’a Amedê Îrfan Soner, rêveberê HDP’a Rezan Kemal Baran, Endamê Meclisa Şaredariya Yenîşehîrê yê HDP’î Yûsûf Sekmen, rêveberên HDP’a Amedê Alî Îhsan Karahan û Abdûllah Arkan, Rêveberê DBP’ê Şahîn Tanriverdî, mamosteyê hatiye îxrackirin Firat Akdemîz û Engîn Ihlamûr.