Sancar: Di vê pergalê de hiqûq ji bo kurdan nayê şixulandin 2021-05-27 18:05:06 COLEMÊRG - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Colemêrgê axivî û got: "Pergalek wisa hatiye avakirin ku hiqûq ji bo kurdan nayê şixulandin. Di êrîşên bi vî rengî de, polîtîkaya derdikeve pêşiya me, polîtîkaya bêcezatiyê ye."  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, li Colemêrgê serdana esnaf û welatiyan kir. Sancar ewilî çû Şemzînanê û li vir esnaf ziyaret kirin. Paşê li ber avahia partiê ya navçeyê daxuyaniyek da û bal kişand ser mirina welatiyên ku li navçea Robarokê bi destê eskeran hatin kuştin.    DI 5 SALAN DE 15 KES HATIN KUŞTIN   Sancar, diyar kir ku bi daxwaza edaletê hatine serdana Şemzînanê kirine û got: "10 roj berê cardin esker bera sivîlan dan. Yanî em ji bo edaletê li vir in. Ji bo  em li dijî bêcezatiyê dengê xwe bilind bikin em li vir in. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû dibêje, cinayetên kiryar nediyar, îşkence tune ye. Halbûkî di 5 salên dawî de tenê li Colemêrgê 3 jê zarok bi giştî 15 sivîl bi çekên esker û polîsan jiyana xwe ji dest dane û 17 sivîl jî birîndar bûne." Sancar, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku her kes van kesan nas dike û got: "10 roj berê jî bûyerek qewimî. Li Robarokê du ciwan gava heywanên xwe diçêrandin,, eskeran bera wan da û birîndar bûn. Ev ne tiştekî nû ye, gava em hinekî paş ve biçin, em ê leqayî Roboskî, bi dehan kiryarên nediyar û kuştina sivîlan bibînin. Gava em paş ve biçin, em ê bibînin ku 33 gule dertên holê. Yanî li vê derê li dijî kurdan hiqûq nayê şixulandin. Li vir hiqûq nayê şixulandin. Di polîtîkayên bi vî rengî de, polîtîkaya bêcezatiyê dertê pêşberî me. Ev polîtîkaya bêcezatiyê bi awayekî herî dijwar li Roboskiyê diqewime. Lewma hê jî Roboskî di bîra me û dilê me de ye."    Sancar, bilêv kir ku polîtîkaya bêcezatiyê tenê ne ji bo kurdan, ji bo cinayetên karî, ji bo cinayetên jinan jî nayê şixulandin û heger ev birîn neyê lefandin dê veguhere lareşê û got: "Lê heger em pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bikin, dê derfetên lefandina vê birînê jî zêde bibin."    YEKÎTÎ   Sancar, li dijî zext û êrîşan bal kişand ser yekîtiyê û got: "Di navbera rûmet û azadiyê de pêwendiyeke xurt heye. Mirovekî neazad, gelekî neazad dê nikaribe rûmeta xwe jî biparêze. Di navbera rûmet û azadiyê û nan û kedê de jî pêwendiyek heye. Heger em nikaribin rûmeta xwe biparêzin, dê nanê me û karê me jî ji dest me biçe. Nan û azadî, rûmet û kar bi demokrasî û aştiyê pêkan in. Em jî şopdarê vê ne û em heya dawiyê bi gelê xwe bawer in." Sancar, destnîşan kir ku li vî welatî azadî, nan, demokrasî ûa ştî têkoşîna gelê kurd e. Dê ev bi pêwendiya gelê kurd a bi gelên din re pêk bê. Yekîtiya kurdan bivê nevê ye. Yekitıya bı kurdan re, armanca tökoşina me ye."    BANGAWAZÎ   Sancar, bang li hêzên demokrasiyê jî kir ji bo têkoşîneke hevpar û got: "Bang li hemû hêzên demokrasiyê dikim; heger em nebin yek, heger em bi hev re netêkoşin, dê birînên li vî welatî kûr bibin û dê wekî lareşekê xwe li civakê bilefîne."    Paşê Sancar serdana xwediyê Ûmût Kîtabeviyê Seferî Yilmaz kir ku di 9'ê Mijdara 2005'an de Ûmût Kîtapevî hatibû bombekirin. Sancar, piştî serdanên li navçeyê çû Wanê.