Dadgehê 4 kes li Edeneyê girtin 2021-05-28 08:14:57   EDENE - Li Edeneyê ji 6 kesên sewqî dadgehê hatin kirin, dadgehê 4 kes girtin û şandin girtîgehê.    Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di 24'ê Gulanê de polîsan bi ser gelek malan de girtibûn. Polîsan rêveberê HDP'ê û hunermend jî di navde 20 kes binçav kiribûn. Jinda Erol, roja berê li midûriyeta polîsan hatibû berdan.   Rêveberên HDP'ê yên Edeneyê Mehmet Yaşik û Berivan Gokalp, rêveberê HDP'ê yê Seyhanê Dîndar Aksu, Rêveberê Çukurova TUAYDER'ê Mehmet Tutuş, Hevseroka AYKAY-DER'ê Şukran Efeturk, hurermend Îlyas Arzu, Jiyan Savci û Cigergun Guven, Hasan Kocaman, Halil Kocaman, Beritan Ozbey, Osman Polat, Habip Kahraman, Mehmet Şirin Tunç, Urfi Aksu û D.S. û 3 kesê navê wan nehat zanî piştî lêpirsîna wan a li Midûriyeta polîsan bi dawî bû sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê ne" û "Li ser navê rêxistinê xebat kirine" îfadeya wan girt. Dozger Arzu, Savci, Efeturk, Kocaman, Tunç û Guven, bi daxwaza girtine sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kirin. Kesên din jî serbest berdan. Heyeta Dadgeha Cezayê Sulhe jî Efeturk û Kocaman serbest berdan û der barê Arzu, Savci, Tunç û Guven de biryara girtinê da û şandin girtîgehê.