Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de 2021-05-28 09:07:43 AMED - Di rapora pêzaniyê ya derbarê Şahîn Oner de, hat derpêşkirin ku polîs "bêqisûr" e yê "biqisûr" Oner e. Li Amedê wesayîta polîsan pêl Oner kiribû û Oner jiyana xwe ji dest dabû.  Li Taxa Şehîtlik a navçeya Yenîşehîr a Amedê di 10'ê Sibata 2013'an de, di dema protestoyekê de wesayîta polîsan pêl Şahîn Oner kiribû û Oner jiyana xwe ji dest dabû. Kursiya Trafîkê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê, rapora pêzaniyê ya derbarê mirina Oner de amade kir û berpêşî Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Amedê kir. Di raporê de îfadeya şahidan esas nehatiye girtin. Şahidan gotibû, "Wesayîta zirxî ya polîsan bi lez da dû ciwanekî. Ciwan destên xwe bilind kirin û berê xwe da wesayîtê. Lê wesayît pêl sînga ciwan kir û wî bi erdê ve kaş kir."    Kursiya Trafîkê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê, di rapora pêzaniyê de du "îhtimal" nivîsandine. Di "îhtimala ewil" de derpêş kiriye ku polîsê bersûc Selahattîn K. Şahîn Oner nedîtiye, ji lew re qisûr ne ya Selahattîn K. ye. Di "îhtimala duyem" de hatiye gotin ku diviyabû Selahattîn K. bi lez neçûne, wesayîtên di rê û mirovên li rê hesab bikirana. Di vê "îhtimalê" de jî derpêş kiriye ku ji ber vê polîs Selahattîn K. "bi awayekî talî qisûrdar" e.    Di raporê de ji bo Şahîn Oner jî hatiye îdiakirin ku "qisûra eslî" ya Oner e. Di raporê de hatiye derpêşkirin ku Şahîn Oner, li gor pîvanan tevnegeriyaye û li ser rê bûye, lewma "qisûra sereke ya wî ye."