Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin 2021-05-28 10:20:29   WAN - Dozgerê Komarê yê Wanê 2 kesên hatibûn binçavkirin serbest berdan û 14 kes jî piştî îfadeya wan girt, ew bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.    Polîsan, di 19'ê Gulanê de li Wanê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Wanê, 16 endam û rêveberê  MEBYA-DER'ê binçav kiribûn. Piştî lêpirsîna 16 kesan a li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû, 16 kes sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî piştî îfadeya 16 kesan girt, 2 kes serbest berdan û 14 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kirin.    Dozger, Hevseroka Komeleyê Gulistan Onver, Rêveberên komeleyê Ceyda Dîndar, Mahmut Dîndar, Cîhat Aksu, Cevdet Bîlekçî, Îsa Demîragaç, Sureyya Azba, Azîze Oner, Nuhi Alici, Savaş Encu, Şevket Kaplan, Halîl Karakoç, Kamuran Çîftçî, Nebî Kaçak û Seracettîn Bayhar sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kirin û xwestin bên girtin. Dozger piştî îfadeya Halime Suslu û Muhsin Demîr girt bi şertê kontrolê serbest berdan.    Hat hînbû ku polîsan li Midûriyeta Polîsan a Wanê 10 saetan îfadeya Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulistan Onver girtine.    Dîsa hat hînbûn ku nexweş Seracettin Bayhar dema di bin çavan de bû her roj ji bo pansûmanê dibirin nexweşxaneyê.