Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê 2021-05-28 10:47:40   AMED - Girtî Mehmet Emîn Ozkan ê ji ber temenê xwe yê 83 salî û nexweşiyên xweyên giran jiyana wî di talûkê de ye, piştî ku bi kelpeçeyê anîn nexweşxanê û 3 rojan bi text ve kelepçekirî hat dermankirin, bi hinceta “dermankirina wî qediya” cardin destên wî kelepçekirî birin girtîgehê.   Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiye, di 17, 18, 19, 20 û 24 Gualnê de, rewşa wî giran bû û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Lê ji ber ku li nexweşxanê nehat razandin, wî paşve şandin girtîgehê. Ozkan di 25’ê Gulanê de cara 6’emîn bi kelepçeyê sewqî Nexweşxaneyta Gazî Yaşargîlê kirin. Ozkan ê anîn nexweşxaneyê, bi zorê dikariya bi meşe û li gel vê yekê jî destên wî hatibûn kelepçekirin. Ozkan di 3 rojên li nexweşxaneyê hat dermankirin de jî, bi textê razanê ve hat kelepçekirin.   Kurê Ozkan Vedat Ozkan ê piştî biryara dozgeriyê alîkariya bavê xwe, da zanîn ku bavê wî duh bi şev, destên wî kelepçekirî, bi sandalyayê tekerlik, bi wesayîta ringê paşve birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.    Keça Ozkan Selma Ozkan, anî ziman ku bi hinceta dermankirina bavê wê qediya birin girtîgehê û wiha axivî: “Bavê min dîsa bi kelepçeyê û bi sandalyeya tekerlikê şandin girtîgehê. Rewşa bavê min girane. Em ê derbarê rewşa wî de bi parêzeran re hevdîtin bikin.”