Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike 2021-05-28 10:59:43   AMED – Kevser Demîr a ku di encama tundiya polîsan de 3 diran û milê wê hatibûn şikandin bertek nîşanî daxuyaniya walîtiyê da û got: “Raporên min hene. Ew polîs derewan dike. Ez dawekar im.”    Li navçeya Rezanê ya Amedê polîsan xwestin lawê Kevser Demîr (55) binçav bikin. Kevser Demîr bû asteng û vê carê bû hedefa tundiya polîsan. Polîsan tundî li Demîr kir û 3 diran û milê wê yê çepê şikandin. Demîr ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî rapora tundiyê wergirt û derbarê polîsan de gilî kir. Walîtiya Amedê têkildarî bûyerê daxuyanî da û îdia kir ku tiştên Kevser Demîr dibêje ne rast in û polîsan parast.    DAXUYANIYA WALÎTIYÊ RED KIR    Kevser Demîr bertek nîşanî daxuyaniya walîtiyê da û destnîşan kir ku daxuyaniya waliyê ji rastiyê dûr e. Demîr behsa qewimîna bûyerê kir û got polîsan tundiyek dijwar lê kirine. Demîr anî ziman ku polîsan piştî lêdanê di 24’ê gulanê de gef jî lê xwarin e û tu mafê wan tune ye li însanan bidin û wan rencîde bikin. Demîr destnîşan kir ku ji bo polîs xwe xilas bikin nerast diaxivin û got: “Tevî ku polîsan diran û milê min şikandine jî, hêj radibe dibêje kum in wî gez kiriye. Heke min wî gez kiribe, tiba edlî heye, bila biçe wir û rapor derbixe û ez ê jî cezayê xwe bikişînim. Bi rastî jî tiştek wiha nîne, ji bo xwe xilas bikin wiha dibêje. Min serî li CÎMER û Wezareta Karên Navxweyî jî daye. Hêj li min nezivirîne. Ez ê dest ji vê dozê bernedim. Ez ê heta Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biçim. Ez dawekarê wî polîsê me. Raporên min hene. Ew polîs derewan dike.”