Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin 2021-05-28 12:30:22   RIHA - Malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobetê didomîne wiha got: “Soza me heye ku heta kesên komkujî pêk anîn dernekevin pêş darazê û hesabê nedin, em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”     Çalakiya nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 81’emîn de dewam dike. Malbat di saetên serê sibê de hat pêşiya edliyê û çalakiya xwe dest pê kir. Malbata ku nehiştin li baxçeyê edliyeyê bisekinin, çalakiya xwe li pêş bariyerên edliyeyê didomîne.    ‘WÊ RASTÎ DERKEVIN HOLÊ’   Ferîd Şenyaşar ku duh çûbû hevdîtina birayê xwe Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpetê dimîne, îro careke din hat pêşiya edliyeyê. Şenyaşar derbarê hevdîtina birayê xwe de axivî û anî ziman ku birayê wî bi awayekî bêhiqûqî 3 sal in li girtîgehê tê girtin, lê ligel vê jî bi tena serê xwe li ber xwe dide. Şenyaşar, destnîşan kir ku baweriya xwe ya bi edaletê winda nakin û wiha got: “Em bi hêvî ne. Birayê min jî, baweriya xwe winda nekiriye. Rojekê wê rastî derkeve holê û birayê min jî wê ji girtîgehê derkeve.”   ‘SOZA ME HEYE’   Şenyaşar, têkildarî çalakiya xwe jî, bi lêv kir ku bi rojan e li Rihayê têkoşîna edaletê didin lê dewleta hiqûqê û edalet tune ye. Şenyaşar, da zanîn ku wê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin û wiha axivî: “Em rûniştina li malê qebûl nakin. Em dibin zilmê de dijîn. Em bi piştevaniyê vê têkoşîna xwe didomînin. 3 mirovên me hatin qetilkirin. Ji wan re soza me heye. Heta ku kesên komkujî pêk anîn, dernekevin pêş darazê û hesabê nedin, em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”