Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin 2021-05-28 15:22:41   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan Parêzer Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu bi armanca biçin Îmraliyê û bi muvekkîlên xwe re hevdîtin bikin dîsa serî li dozgeriyê dan.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta Ocalan di sala 2009'an de parastina bi navê "Nexşerê" ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, di 23'ê Îlona 2020'an de 6 meh cezayê qedexeya parêzeran li Ocalan birîbû. Li gel cezayê qedexeya parêzeran di 23'ê Adarê de bi dawî bû jî dîsa parêzer nikarin biçin Îmraliyê.   Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di navbera 2-22'ê Gulan, 12-18'ê Heziran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê.    HEVDÎTIN BIRÎN   Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tenê 2 caran bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Ocalan cara ewil di 27'ê Nîsana 2020'an de tenê 20 deqîqeyan bi telefonê axivî. Herî dawî li ser îdiayên medya înternetê belav bûn, piştî berteka civakê ya zêde di 25'ê Adara 2021'an de li Edliyeya Rihayê tenê 4.5 deqîqeyan bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Vê cara dawî jî telefon qût kirin û carek din destûr nedan ku Ocalan bi telefonê biaxive û hevdîtina telefonê di nivî de birî bûn.