Wê ji kanên komirê yên Nêrdûşê qirêj dikin re hawizan çêbikin 2021-05-28 16:17:01   ŞIRNEX - Wezareta Derdorê û Bajarvaniyê, parast ku kanên komirê ku Çemê Nêrdûş qirêj dikin kontrol dikin û da zanîn ku wê walitî hawizên pêwîst çêbike.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, di meha Sibatê de têkildarî kanên komirê ku Çemê Nêrdûşê yê li herema Çiyayê Cûdî dimîne qirêj dikin, pêşniyazpirsek pêşkeşî meclisê kiribû.    CEZAYÊ PERE   Wezareta Derdorê û Bajarvaniyê bersiva pêşniyazpirsa Kaçmaz da. Wezaretê di bersiva xwe de diyar kir ku kana komirê ji aliyê Miduriyeta Bajêr û Hawirdorê ya Şirnexê ve tê kontrolkirin û wiha got: “Di nava qada kana komirê de Çemê Nêrdûşê diherike. Ji ber xebatên meha çileyê, av şolî bû û li ser giliyên şolîbûnê Miduriyeta Bajêrvanî û Hawirdorê ya Şirnexê kontrolên xwe kirine, di encama kontrolkirinan de xebatên kanên komirê yên nelirê sekinandine û 265 hezar 497 lîre cezayê pere hatiye birîn. Ji bo kanên di nava qadê de ku hawiz bên çêkirin wext dane fîrmayan. Miduriyeta me ya Bajêrvanî û Hawirdorê ya Şirnexê pêvajoyê dişopîne.”   JI BO HAWIZAN XEBAT   Wezaretê di berdewama bersiva xwe de ev tişt got: “Walitiya Şirnexê xebatên kanên komirê yên di qadê de xebatên nelirê dikin, sekinandine. Walitiyê ji bo ava şolî ya ji ber xebatên kanên komirê hawiz bên çêkirin, xebatên pêwîst dike.”   MA / Mujdat Can