Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser hat girtin 2021-05-28 20:19:54   WAN - Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser hat girtin.   Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Firat Keser, di çarçoveya lêpirsîneke bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" de ku di sala 2011'an de derbarê wî de hatibû destpêkirin, ji bo îfadeyê çû Edliyeya Wanê. Keser bi rêya SEGBÎS'ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Aydinê. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi heman îdiayê Keser girt û ew şand girtîgehê.