Ji bo cezayê girtiyê nexweş Ozkan bê taloqkirin serî li dozgeriyê dan 2021-05-29 10:23:08 AMED - OHD, TUAYDER û TÎHV’ê diyar kirin ku mûameleya li girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan hat kirin derveyî mirovahiyê ye û bi daxwaza taloqkirina înfaza Ozkan serî li dozgeriyê dan.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê piştî li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D rewşa wî giran bû û 6 caran birin Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê û dûre careke din birin girtîgehê, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.    Saziyan destnîşan kirin ku li girtîgehên Tirkiyeyê her ku diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe û diyar kirin ku ligel pandemiyê rewşa tecrîdê zêdetir bûye û tedawiya girtiyan zortir kirine. Saziyan bal kişandin ser mirina girtiyên nexweş û dan zanîn ku bangên rêxistinên civakî û raya giştî yên derbarê mijarê de bê bersiv mane.   RAPORA NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Saziyan bi bîr xist ku Ozkan ê 83 salî û nexweşiyên wî yên kronîk hene bi awayekî dest kelemçekirî sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û wiha gotin: “Ozkan, ligel ku rapora Saziya Tiba Edlî ya ji sedî 87 astengdar e û nikare di girtîgehê de bimîne jî li girtîgehê tê girtin. Bi qanûnî jî divê infaza girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan bê taloqkirin, nepêkane ku jiyana xwe li girtîgehê bidomîne.”   ‘TEDAWIYA BÊKELEMÇE NEHAT QEBÛLKIRIN’   Saziyan bi bîr xistin ku malbata Ozkan, di 19’ê tîrmehê de serî li wan daye û ragihandine ku rewşa Ozkan her ku diçe giran bûye, ji ber nexweşiyên xwe di du hefteyên dawî de 2 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û ji ber tedawiya bikelemçe qebûl nekiriye li nexweşxaneyê nehatiye razan. Saziyan destnîşan kir ku li ser serlêdana malbatê tevgeriyane, bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin kirine û dan zanîn ku li gel hemû hewldanan jî daxwaza wan a tedawiya bê kelemçe nehatiye qebûlkirin.    ‘MUAMELEYA DERVEYÎ MIROVÎ’   Saziyan diyar kir ku di dîmenên ku di çapemeniyê de jî cih girtin de tê dîtin ku rewşa Ozkan a tenduristiyê di asta krîtîk de ye û gotin: “Ferzkirina tedawiya bikelemçe ya li gel giranbûna rewşa tenduristiyê bi awayekî vekirî dide nişandan ku dewlet berpirsyartiya xwe ya erenî bi cih neanîne. Girêdayî vê yekê li gorî Rêgezên Standart ên Asgarî yên Neteweyên Yekbûyî yên Derbarê Mûameleya Girtiyan de û xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê mûameleya li girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan hatiye kirin derveyî mirovahiyê ye.”   SERÎ LI DOZGERIYÊ DAN   Saziyan destnîşan kir ku bi daxwaza taloqkirina înfaza Ozkan serî li dozgeriyê dane û wê rewşa Ozkan bişopînin.