Baroya Amedê giliyê stasyona bazê kir 2021-05-29 11:15:52   AMED - Baroya Amedê têkildarî stasyona bazê ku tê xwestin li parkek û qada leyîstikê ya zarokan a li navenda bajêr were çêkirin gilî kir.    Li parkek û qada leyîstikê ya zarokan a li ser Kolana Nazim Hîkmet a li navçeya Peyasê ya Amedê tê xwestin stasyonek bazê were çêkirin. Çend roj berê şêniyên taxê li dijî çêkirina stasyonê nerazîbûn nîşan dabûn. Li dijî çêkirina vê stasyonê îtîraz berdewam dikin. Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê bi hêceta ku ev stasyona bazê tê xwestin were çêkirin, li dijî hiqûqa Destûra Bingehîn û navnetewî ye serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û gilî kir. Navenda Mafê Zarokan a Baroyê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wan li dijî stasyona bazê serî li dozgeriyê dane.