'Ji bo mafê jiyanê Mehmet Emîn Ozkan berdin' 2021-05-29 14:44:44   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 479'an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Endamên komîsyonê xwestin girtiyê 83 salî û nexweş Mehmet Emîn Ozkan bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 479'an de dîsa ji ber şewba COVÎT-19 çalakiya "Rûniştina F" li ser medya înternetê berdewam kirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê 83 salî û nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku li Girtigeha Tîpa D a Amedê gîrtî ye.    5 CARAN QEYRANA DIL DERBLAS KIR   Endama Komisyonê Meral Nergis Şahin, anî ziman ku Mehmet Emîn Ozkan 83 salî ye û gelek nexweşî pêre hene. Şahîn, da zanîn ku girtiyên nexweş di bin şertên pandemiyê de ji bo bijîn têdikoşin û wiha got: "Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan 25 sal in girtî ye. Heta niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye. Nexweşiyên dil, tansiyon, guatr, hestî, gurçik, rovî û gelek nexweyiyên din pêre hene. Êdî tişt nayên bîra wî. Gelek nexweşiyên din pêre hene. Di sala 2015'an de Lijneya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargilê anî ziman ku ji sedî 87 astengdar e û rapora 'Nikare li girtîgehê bê girtin' da. Tevî vê raporê Ozkan îro dîsa girtî ye. Daxwaza taloqkirina înfazê red dikin."    Şahîn bertek nîşanî dermankirina bi kelepçe da û xwest her kes ji bo berdana Ozkan hestiyar tev bigere. Şahîn xwest demildest Ozkan bê berdan.