Bi daxwaza walitiyê biryara beraeta hevşaredar hat xerakirin 2021-05-29 17:14:32   ENQERE - Parlementerê HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku li ser daxwaza Walîtî û Wezareta Karên Navxweyî biryara beraeta Hevşaredarê Erxeniyê ku qeyûm danîne şûna wî, hatiye xerakirin.   Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç têkildarî biryara beraeta Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya ku qeyûm danîbûn şûna wî, li ser daxwaza Walîtîya Amedê hatiye xerakirin li Meclîsê axivî. Olûç di dîmene ku li ser hesabê HDP’ê ya twîtterê ya fermî hat parvekirin de anî ziman ku Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin ji dosyaya ku tayînkirina qeyûm re kirin hêcet beraet kir, lê dema Kaya ji bo îadekirinê serlêdan kir bi îtîraza Walîtî û Wezareta Karên Navxweyî biryara beraetê hatiye xerakirin.   Olûç di berdewama axiftina xwe de wiha got: “Dadger biryara beraetê da û dozgeriyê jî vê beraetê xwest. Di pêvajoya îtîrazan de tu îtîraz nehatin kirin. Rêya ji bo doz biçe dadgeha îstînafê jî hat girtin û biryara teqez hat dayîn. Piştî ku Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya, daxwaznameya îadeyê da Walîtiya Amedê û Wezareta Karên Navxweyî dibêjin ‘ev biryareke ku me mexdûr bike ye’ û daxwaza xerakirina biryara ku teqezbûyî dikin. Dawiyê jî biryar xera dibe û dosye ji dadgeha îstînafê re tê şandin.”