Got, 'tu çawa yî, baş î?' 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê lê birîn 2021-05-30 09:01:29   ÊLIH - Fatîme Demîr, çûye girtîgehê cem kurê xwe û di dema hevdîtinê de bi kurdî li halê girtiyekî din pirsiyê û jê re gotiye, "Çawa yî, baş î?" Îdareya girtîgehê ji ber vê hevoka du peyvî ya bi kurdî 6 meh cezayê hevdîtinê lê biriye.    Li girtîgehên Tirkiyeyê pêkanînên wekî yên dema darbeya 12'ê Îlonê tên kirin. Fatîme Demîr a 53 salî, di 28'ê Nîsanê de çûye Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê cem kurê xwe Emrûllah Demîr, gava di dema hevdîtina vekirî de li bend akurê xwe bûye, li qanîneya kêlekê bi kurdî li halê girtî Cuneyt Aslan pirsiye û jê re gotiye: "Çawa yî baş î?" Ji ber vê axaftina du hevokî ceza li Demîrê hatiye birîn.   Gardiyanan ji Demîrê re gotine axaftina bi girtiyekî din re qedexe ye û derbarê wê de zabitnameyek amade kirin. Desteya dîsîplînê ya girtîgehê jî bi hinceta "binpêkirina ewlehî û pergala girtîgehê" 6 meh cezayê qedezekirina hevdîtinê li Demîrê biriye.    'BÊHIQÛQÎTÎ YE'    Emrûllah Demîr, di 16'ê Gulanê de telefonî malbata xwe kiriye û diyar kiriye ku teblîxata derbarê dêya wî de gihaştiye wî û 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê hatiye birîn. Demîr, destnîşan kiriye ku cezayê hatiye birîn bêhiqûqîtî ye.    Bav Bahattîn Demîr jî diyar kir ku hê teblîxat ji wan re nehatiye û got: "Jixwe demeke dirêj hevdîtina girtî qedexe bû. Me demeke dirêj nikaribû kurê xwe bibîne. Piştî qedexe qediya me wî dît. Lê niha jî beleheq hevdîtin tê astengkirin. Hevjîna min ji ber ku bi hevalê kurê min re axiviye, ceza lê birîne. Di hevdîtinê de tenê gotiye, 'tu çawa yî, baş î?' Paşê zabitname amade kirine û va ye ceza lê birîne. A kirine ne hiqûqî ye."    Bav Demîr, destnîşan kir ku bi hinceta pandemiyê mafên girtiyan hemû hatine binpêkirin û bang li raya giştî kir ku li ber vê bêhiqûqîtiya girtîgehan rabe.    MA / Fethî Balaman