Hejmara windayan derûniya esker û cerdevanan xera kiriye 2021-05-30 09:02:27   NAVENDA NÛÇEYAN – Hat hînbûn ku Tirkiye di operasyona xwe ya derveyê sînor de, çekên giran bi kar tîne, lê dîsa jî nikare pêş ve biçe û windahiyên wê pir in. Du cerdevanên di operasyonê de cih girtine, diyar kirin ku ji ber ku hejmara windayan pir zêde ye, derûniya esker û polîsan xera bûye.    Li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayên yên Herêma Kurdistana Federe, operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji 23'yê Nîsanê ve didome.    Yek ji navenda vê operasyona derveyî sînor jî tabûra eskeran a li gundê Elemûnê yê girêdayî Qilebanê ye. Tê gotin ku di vê operasyona ku li vir tê koordînekirin de, ji xeynî daneyên TSK'ê gelek eskerên hejmara wan nayên parvekirin mirine. Her wiha gelek cerdevan jî ji bo daxilî nav operasyonan bên kirin sewqî herêmê hatine kirin.    Ji gundê Mergê yê Qilebanê, ji gundê Mezra yê Bêşebabê, ji gundê Kizilsû yê Şirnexê û ji Hezexê gelek cerdevan sewqî qereqola li gundê Elemûnê hatine kirin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, ji 23'yê Nîsanê heya niha hejmara cerdevanên hatine sewqkirin di ser 500'î re ye.    LI KESTELÊ ŞEREKÎ DIJWAR    Li gor agahiyên hatin bidestxistin, ev çend roj e li herêma operasyonê li qada Kestelê ya navçeya Begova ya Zaxoyê, şerekî dijwar diqewime. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku di şerê li vê herêmê de gelek esker mirine û cenazeyên wan bi helîkopteran tên girtin.    Hat derpêşkirin ku di 22'yê Gulanê de li qada Zinarê Kestayê 7 esker mirine. Tê diyarkirin ku mirina eskerên li vir jî xistine stuyê cerdevanan û ji ber vê cerdevan û esker bi hev ketine.    NEXWESTIN TEVLI OPERASYONÊ BIBIN    Hat diyarkirin ku li qada 'Kato Sulhê' ya li sînorê navçeya Qilebanê jî şerekî dijwar diqewime. Hat hînbûn ku ji ber ku li vir gelek windahiyên TSK'ê çêbûne, esker û cerdevan nexwestine biçin operasyonê.    TÊ GOTIN 7 HERON HATIN XISTIN    Hat hînbûn ku ji ber vê li qereqola Elemûnê tim top û obusan davêje û bi taybetî jî êvarî liv û tevgera helîkopetran zêde dibe. Hat diyarkirin ku 15 roj in helîkopter lembeyên xwe ditefînin û bi vî awayî radibin û datên. Tê gotin ku di vê operasyonê de 7 heron jî hatine xistin.    DERÛNIYA WAN XIRAB BÛYE    Du cerdevanên ku tevli operasyonê bûne û nexwestin navê wan bên akerekirin, diyar kirin ku esker dixwazin cerdevan li refa pêş bin, lê belê cerdevanan ev yek qebûl nekiriye.    Cerdevanan, da zanîn ku li qada Metînayê tunelek dîtine û gotin: "Ji bo tunelê ji Şenobayê komek taybet anîn. Ev kom, komeke operasyonên taybet e. Pêşî gaz avêtin hundirê vê tunelê. Paşê gava ketin tunelê, HPG'ê êrîş bir ser wan. Gelek mirin û paş ve vekişiyan. Nêzî 35 roj in êrîşê dibin ser tunelê, lê tim winda dikin û paş ve vedikişin. Esker ditirsin. Serdarê eskeran dibêje, 'ez eskerên xwe naxim wir.'"    Cerdevanan, da zanîn ku li xeta ji Heftanîn, Metîna û heta Xantûrê 80 binkeyên eskeran hene û di her qulûbeyekê de li gel eskeran 15 cerdevan hene. Cerdevanan, diyar kir ku di destê artêşê de teknolojiyek mezin heye, lê dîsa jî windahiên wê pir in û ev hefteyeke ji ber van windahiyan derûniya esker û cerdevanan xerab bûye.    NAXWAZIM DAXILÎ NAV ŞER BIBIN    Cerdevanan, anî ziman ku cerdevanên li refên pêş tim dîmenên di Gerîlla TV'yê de, dîmenên êrîşên gerîlayan ên li hemberî binkeyên eskerî, temaşe dikin û bilêv dikin teknolojiya di dest wan de çi qasî mezin be jî dê bi operasyonan bi ser nekevin.    Cerdevanan got: "Êdî kes naxwaze tevli vî şerî bibe. Her roj li ser serê me droneyên HPG'ê digerin. Bîlançoya eskerên mirî nayê aşkerekirin. Bi taybetî jî gava helîkopter dixwazin dakevin, ji ber derbên gerîlayan nikarin dakevin."