Edhem Barzanî: Dem hatiye ku em helwest nîşan bidin 2021-05-30 11:37:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî, bertek nîşanî operasyonên eskerî yên TSK'ê da û got: "Dem hatiye ku em hemû rêbazên navneteweyî biceribînin û helwesta xwe nîşanî vê rewşê bin."   Endamê Desteya Rêveber a Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) yê berê Edhem Barzanî, derbarê operasyonên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) yên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna de, ji Serokatiya Herêma Kurdistanê, Iraq, Neteweyên Yekbûyî (NY) partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re name şandin.    Barzanî di nameya xwe de wiha got: "Wekî ku em hemû jê agahdarin di dema derbasbûyî de erdnîgariya Herêma Kurdistanê bi giştî û devera Behdînanê xoşewîst bi taybet ketiye ber pêlek dijwar a dest bi serdegirtinê. Li gelek deveran artêşa dewleta Tirk bi kûrahiya 40 kîlometran pêş de hatiye û xaka Kurdistanê xistiye di jêr şertên zehmet û ne yasayî a dagirkeriya leşkerî de."   Di dewama nameyê de hat gotin ku heta niha bi dehan welatî şehîd bûne û welatiyên deverê neçar dibin ku ji cih û warên xwe koçber bibin.   Barzanî derbarê wêrankariya dewleta Tirk ku li xwezaya Kurdistanê dike de jî wiha got: "Bi behaneyên xweparstinê warên ciwan ên Kurdistanê ku sermayeyek netewî ya Kurdane û mîrateyek hevbeş a mirovahiya cihanê ye, bi awayek sîstematîk û pilankirî tê şewitandin û talan kirin."   Edhem Barzanî ji bo pêşî lêgirtina dagirkeriyê ev bang kir: "Ez bang li desthilat û hemû aliyên berpirsiyar dikim ku hemû hewldanek bikin, çi bi rêya giftûgo û danûstandinên dû alî, çi jî bi rêya Iraq, Neteweyên Yekbûyî û welatên ku rêzê ji aşti û mafê mirovan re digrin, daku bikarin zextê bikin û sinorek li pêş sinor bezandin û dagirkeriyê bigrin."   Di beşek din a nameyê de Edhem Barzanî îşaret bi metirsiya dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dike û wiha bi dawî kir:  "Li gorî ezmûna borî ya dewleta Tirk, her coxrafiyek û deverek di aliyê leşkerî de dagir kiribe, êdî ji wî cihî dernakeve. Belgeya herî zindî ya vê çendê jî Qibris û Îskenderiye ye. Dema lêxistina zenga metirsiyê hatiye ku em hemû bi hevre bê du dilî vê zengê lêxin, gelek cidî nêz bibin. Wext hatiye ku em hemû rêkarên navnetewî bigrin ber û helwesta xwe rêkbixin."