Parêzerê girtiyê 83 salî Ozkan: Girtîgeh bûye îşkencexane 2021-05-30 13:22:16 AMED - Parêzerê girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan, Serdar Çelebî, destnîşan kir ku pêwist e êdî Ozkan serbest bê berdan û serlêdanên  ATK’ê êdî bûye wekî îşkenceyê.  Girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan, tevî temenê xwe yê mezin û nexweşên zêde li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye û nayê berdan. Mehmet Emin Ozkan, di dîrokên 17, 18, 19, 20 û 24'ê Gulanê de 5 caran rakirin nexweşxaneyê. Dema Ozkan rakirin nexweşxaneyê destê wî kelepçe kirin û birin nexweşxaneyê. Herî dawî dema dibirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê dîmenên ku destê wî kelepçekirî hatibûn wewandin. Bêyî ku Ozkan derman bikin dîsa ew şandibûn girtîgehê. Ozkan niha tevî nexweşiyên xwe û temenê mezin girtî ye û nayê berdan. Di 25'ê Gulanê de cara 6’emîn Ozkan rakiribûn nexweşxaneyê û destê wî bi ranza nexweşxaneyê ve kelepçe kiribûn. Piştî derman dabûnê dîsa şandibûn nexweşxaneyê.    Ozkan ê 83 salî û 25 sal in girtî ye, heta niha 5 caran qeydana dil derbas kir. 4 caran anjioü bû. Ji ber nayê dermankirin û nayê berdan nexweşiyên dil, tansiyon, guatr, hestî, gurçik û roüviyan pêre çêbûne. Dîsa roj bi roj kîloyan dide û zeîf dibe. Ji ber nexweşî û kalbûna xwe êdî nikarde bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne. Ji ber ku Ozkan nikare bi tena serê xwe bijî, hevalê wî yê Odeyê Ahmet Guneş xizmeta wî dike.    CARA DUYEMÎN DOSYA VEKIRIN    Ozkan, di sala 1996'an de li Mêrsinê hatibû binçavkirin. Ji kuştina General Bahyita Aydin ê di 22'ê Cotmeha 1993'an de li navçeya Lîceya Amedê hatibû kuştin berpirsiyar hatibû girtin. Pişti doz li Ozkan hat vekirin, ji kuştina Bahtiyar Aydin hat girtin û cezayê heta heta lê hat birîn. Di sala 2013'an de rojek beriya ku doza kuştina Bahtiyar Aydin dem di ser re derbas bibe, dozger dosya dozê ji nûve vekir. Dozgerê Komarê yê Amedê îdeanameyek nû amade kir. Wê demê dozger anî ziman ku bûyer ji aliyê JİTEM'ê ve pêk hatiye. Dozer der barê Fermandarê Alaya Cendirmeyan Albay Eşref Hatipoglu û Teyben Tunay Yanardag de bi sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" "Gel teşwîkî îsyanê kiriye" "Li ser curumê bandor kiriye" cezayê muebbetê û 24 sal ceza xwest. Li ser vê yekê parêzerê Ozkan li şûna Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM), serî li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê dan. Parêzeran xwest înfaza Ozkan bê rawestandin û Ozkan bê berdan. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û biryar da ku li benda encama doza Lîceyê ku li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê tê dîtin rawestin.  Di 7'ê Kanûna 2018'an de Danişina dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê hat dîtin. Heyeta dadgehê biryar da ku Teymen Tunay Yanardag ji ber jiyana xwe ji dest daye ji dosyayê bê derxistin. Dîsa heyeta dadgehê biryar da ku Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Alayê Eşref Hatipoglu beraet bike.    Li gel vê yekê dîsa Ozkan nehat berdan. Tevî ku tenduristiya Ozkan xerabû û gelek caran ew rakirin nexweşxaneyê jî înfaza Ozkan ranewestandin. Di sala 2015'an de Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê der barê Ozkan de rapor amade kir. Heyeta nexweşxaneyê anî ziman ku ji sedî 87’ê laşê wî fonsiyonên xwe winda kirine û rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" da Ozkan. Lê dîsa Ozkan nehat berdan. Ozkan ku tevî nexweşiyên xwe nehat berdan, gelek caran rakirin nexweşxaneyê. Di sala 2019'an de parêzeran dîsa serî li Nexweşxaneyê da. Vê carê Lijneya Tenduristiyê der barê Ozkan de rapora "Dikare li girtigehê bibîne." Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel di 10'ê Kanûna 2020’an de, pêşniyarname da wezaretê. Xwest der barê rewşa Ozkan de raporek bê amadekirin. Li ser vê yekê Ozkan dîsa birin Nexweşxaneya Yaşargîlê. Nexweşxaneye teşisa gelek nexweşiyan danî. Lê başkêş e lijneye anî ziman ku Ozkan dikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne. Heyetê di encama raporê de parast ku nexweşî li pêş fonsiyonên bedenê ne pirsgirêk in.  Parêzeran heta niha 6 caran rapor ji Saziya Tipa Edlî (ATK) xwestin. Heyetê di 6 raporan de îdea kirin ku Ozkan dikare bi tena serê xwe girtî bimîne û qusûr di girtina Ozkan de nedîtin.    PARÊZER: EV REWŞ NAYÊ VEGOTIN   Parêzerê Mehmet Emîn Ozkan Serdar Çelebî, anî ziman ku bi vegotina hiqûqê rewşa Ozkan nayê vegotin û wiha got: "Dozgerê Komarê yê Amedê di îdeanameya nû de anî ziman ku tu eleqeya Ozkan û sûîkastê bi hev tune ye. Ev îdeaname ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Lê dîsa nehat berdan. Lê piştre dadgehek din diyar kir ku delîl ne rast in û biryar red kir. Li Tirkiye gelek kêliyên torî yên dîrokê hene. Heta niha ev kêliyên tarî yên dîrka Tirkiye nehatine ronikirin. Divê ev kêliyên dîroka tarî bên ronikirin. Tu delila ku bibe sedem Ozkan girtî bê darizanin tune ye. Tu sedema girtina Ozkan tune. Lê dîsa Ozkan 25 salin girtî ye. Hemû alem vê yekê zane. Lê dîsa Ozkan nayê berdan."    LI DERVÊ WÎCDAN E    Çelelî bal kişand ser dîmenên ku destê Ozkan kelepçe kirî ye û wî dibin nexweşxaneyê û wiha got: "Van dîmenan wîcdanê me êşand. Em dosyo dozê û raporên ATK'ê dinin aliyekî. Lê hem temenê wî pir mezin e û hem gelek nexweşi pêre hene. Dema em temen û nexweşiyên wî li ber çavan bigirin divê Ozkan bê berdan. Niha dosya di destê 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê de vekirî ye. Dîsa erka efûyê ya "Serokomar heye."    Çelebî herî dawî da zanîn ku tevî serî li ATK’ê dane jî dîsa Ozkan nayê berdan û wiha bi dawî kir: "Ji bo Ozkan êdî serlêdana ATK'ê vegeriya ye îşkenceyê. Ozkan êdî naxwaze serî li ATK'ê bide. Me dîsa serî li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran da. Lê hemû daxwazên me red kirin.    MA / Cengîz Ozbasar