Karkerê înşeatê Ertem xwe kuşt 2021-05-31 09:35:04   MÊRSÎN - Karkerê înşeatê Abdûllah Ertem, ji ber rewşa aborî xwe kuşt.    Li Taxa Guneş a navçeya Akdenîz a Mêrsînê bavê 6 zarokan Abdûllah Ertem, ji ber rewşa aborî xwe kuşt. Hat diyarkirin ku Ertem bi şev saet li dor 03.00'yan xwe kuştiye.    Piştî ku cînaran xeber şandiye, koma tenduristiyê hatiye cihê bûyerê û diyar kiriye ku Ertem jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Ertem ji bo kar û barên otopsiyê rakirina Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê.   Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.