Qeyûm di 2 salan de 3 caran heqê avê biha kir 2021-05-31 12:45:53   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, cardin heqê avê biha kir.    DÎSKÎ'ya ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ava vexwarinê di navbera ji sedî 14-40'î de biha kir. Li navenda bajêr metrekupa avê bi 3.58 TL'yan bû. Ji sedî 14 hat bihakirin û bû 4 TL. Li Bismil, Farqîn û Erxeniyê jî metrekupa avê 2.30 TL bû. Ji sedî 40 hat bihakirin û bû 3.20 TL.    Li Çinar, Şankuş, Pîran, Hezro, Karaz, Pasûr, Licê, Çêrmûg, Hênê û Gêlê jî metrekupa avê 1.80 TL bû. Ji sedî 33.4 hat bihakirin û bû 2.40 TL.    Fiyetên hatine bihakirin ji 5'ê Gulana 2021'ê ve derbasdar in.    DI 2 SALAN DE 3 CARAN BIHA KIR    Piştî ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ji peywirê hat girtin, heya niha 3 caran heqê avê biha kiriye.