Li Wanê dema qedexekirina çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin 2021-05-31 13:41:17   WAN - Li Wanê dema qedexekirina çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin. Qedexeya li Wanê hezar û 655 roj in didome.    Li Wanê bi hinceta Rewşa Awarte lidarxistina çalakiyan ji 21'ê Mijdara 2016'an ve tên qedexekirin. Walîtiyê îro jî dema qedexekirinê 15 rojên din taloq kir.