Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-05-31 15:57:48   ENQERE - Ekîn Ceren, di 16'emîn salvegera koça xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Ji bo 16'emîn salvegera Ekîn Ceren Dogruak ku li Herêma Kurdistana Federe di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, çalakiyeke biranînê hat lidarxistin. Bîranîn li Goristana Karşiyakayê hat lidarxistin. Dêya Dogrûakê Hulya û bavê wê Nûsret Dogrûak, Parlemntera HDP'ê ya Wanê Fatma Kûrtûlan û rêvebirên HDP'a Enqereyê tevli bîranînê bûn.    ‘DI DILÊ ME DE YE'    Parlementera HDP'ê ya Wanê Fatma Kûrtûlan ku di bîranînê de axivî got: "Kî Ekîn nas kiribe, miheqeq tesîr jê girtiye. Min wê di dema Baskên Jinan a HADEP'ê de nas kir. Ji ber ku min ew nas kiriye, serbilind im. Sal derbas bûn, lê hê jî êşa wê di dilê me de ye. Heger em têkoşîna wê ji cihê mayî bidomînin, wê çaxê em ê layiqî wê bin."    Bav Nûsret Dogrûak jî malavayiya her kesî kir û diyar kir ku hevalên keça wî têkoşîna wê didomînin û got: "We tu carî em bi tenê nehiştin. Hûn bûn hevalê me, hûn bûn ewladê me û hevrêyên me. We navê Ekîn Ceren li zarokên xwe kir. Em deyndarê we ne."    Kesên tevli bîranînê bûn beybûn danîn ser gora Dogrûakê.