Mirinên biguman: 2 jin jiyana xwe ji dest dan 2021-05-31 16:10:10 RIHA / AGIRÎ - Li navçeya Halîliye endama Baroya Rihayê parêzera stajyer Berrîn Akça, bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Veysel Karanî ya navçeya HalîliyeUrfa'nın Haliliye ya Rihayê parêzera stajyer Berrîn Akça, bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Akça ji cihekî bilind ketiye û birîndar bûye û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.   Cenazeyê Akçayê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat dstpêkirin.    LI GIYADÎNÊ JÎ MIRINEK BI GUMANBAR   Li gundê Davît ê navçeya Giyadîn a Agiriyê jî dayika 6 zarokan Fatma Altintaş a 65 salî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Gava zarokên wê çav li cenazeyê wê ketine xeber şandin ji cendirmeyan re. Cendirme û koma tenduristiyê hatin gund û lêkolîn kirin. Cenazeyê Altintaşê ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Erziromê.