Hêzên paramîliter ên girêdayî Tirkiyeyê li Girtîgeha Efrînê 2 kes kuştin 2021-05-31 21:19:36   EFRÎN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, diyar kir ku hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Girtîgeha Efrînê 1 jê jin 2 kes bi îşkenceyê kuştine.    Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, destnîşan kir ku hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Girtîgeha Efrînê welatî Kawa Umer (32) û Mewlide Nehman (60) bi îşkenceyê qetil kirine. Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahim Şêxo, anî ziman ku sûcên Tirkiye li Efrînê kiriye, li gorî pîvanên navneteweyî sûcê mirovahiyê ye. Şêxo, da zanîn ku Mewlide Niman di 30'ê Gulanê de hatiye qetilkirin. Şêxo, bibîr xist ku berpirsiyarê Zindana Rai  ji malbata Mewlide Niman pereyekî pir zêde xwestiye      RAPORA TORA ÇALAKVANIYA EFRÎNÊ   Li aliyê din Tora Çalakvanên Efrînê rapora hefteyekî ya sûcên Tirkiyeyê parve kir.   Tora Çalakvaniya Efrînê rêzesûc û binpêkirinên ku ji aliyê komên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ve li dijî Kurdan li Efrînê di navbera 21 û 30`ê Gulanê de pêk hatine, wiha rêzkirin:   - Îşkence: 3 welatî ji aliyê komên çekdar û malbatên çeteyan ve îşkence lê hatin kirin.   - Revandin: 2 welatî hatin revandin.   - Bûyerên desteserkirinê: Mewsima 4 rezan hatin desteserkirin   - Şewitandina daran: 2 cih hatin şewitandin.   - Ferzkirina bacan: Li 3 cihan bac hatin ferzkirin.   - Guhertina demografîk: Siyaseta firotina erdan li bajêr bi giştî tê kirin.   - Herêmên Şehba, navçeyên Şera û Şêrawayê rojane têne topbarankirin.   - Tevliheviyê ewlehiyê li herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de berdewam e zêdetirî 2 teqîn pêk hatin.   Çekdarên qaşo “Polîsên Leşkerî” welatiyê bi navê Emîn Mihemed Henîf Şêx Ebdî (40) yê ji gundê Şêx îşkence lê kirin. Ji ber ku Şêx Ebdî qebûl nekir amûreke ku çekdarekî wê komê ji dikana wî kiriye vegerîne, ji ber wê ew çekdar êrişî Şêx Ebdî kir. Lê Şêx Ebdî hewl da xwe biparêze û rûyê çekdar di gelek cihan de birîndar kir. Piştre derdora 20 çekdaran li Şêx Ebdî kom dibin û lê dixin. Paşê dibin baregeha çekdaran û wî neçar dikin bi çekdarê ku lê xistî, li hev were.   - Di 19.05.2021’an de piştî ku hevsera welatiyê bi navê Şerîf Hemîd Qenber (50) ê ji gundê Gewanda yê girêdayî Recoyê nahêle çekdarekî koma “Feyleq El-Şam” pez berde nava rezê wan û wî jê diqewitîne, 3 çekdar li Şerîf Qenber kom dibin û bi çoyan lê dixin.   - Di 17.05.2021`an de piştî ku ciwanên gundê Eltanya yê navçeya Racoyê nehiştin keriyê pez ên malbatên çeteyan di nava zeviyên şêniyên gund de biçêrin, şivanên ji êleke alîgirî “Feyleq El-Şam” li 3 ciwanên gund xistin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê her sê ciwanên Kurd Gîvara, Arif û Mistefa li baregeha Feyleq El-Şam di bin gefan de, dev ji mafê xwe berdan.   Revandin: Di 27.05.2021`an de çeteyên “Feyleq El-Şam” şêniyên bi navên Mistefa Osman (65) û Horo Ehmed (37) ên ji gundê Meydan Ekbez ê girêdayî navçeya Racoyê revandin.   Her du şênî bi awayekî eşkere bi çeteyan re kar dikirin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.   Desteserkirin: Çeteyan mewsima 200 mêwên welatiyên bi navên Ebdurehman Reşîd û Henan Reşîd ên ji gundê Metînayê yên li nêzî gundê Meşelayê yê navçeya Şera talan kirin.   - Malbatên çeteyan mewsima reza welatiyê bi navê Mihemed Şikrî yê ji bajarokê Racoyê talan kir ku li Efrînê dimîne.   - Malbatên çeteyên “Cehbe El-Şamiye” mewsima rez a welatiyê bi navê Mistefa Xelîl ê ji Mabatayê ya li nêzî gundê Qenterê talan kir.   - Çekdarên koma “El-Emşat” zeviya welatiyê bi navê Mistefa Hesen Îbiş (ku bi Çîlo tê naskirin û niha li Tirkiye dimîne) ya li gund Qermitliq ê navçeya Şiyê desteser kir.   Qutkirin û hilkirina daran: Çeteyên Lîwa Semerqend ên girêdayî Tirkiyeyê çarşemê anku 26.05.2021`an agir bi darên merx ên li nêzî gundê Hec Hesna yê Şiyê xistin. Ji ber wê rûberên fireh ji daristana li çiyayê gundê Hec Hesna şewitîn.   Ferzkirina bacan: Çekdarên El-Hemzat bi serkêşiya çeteyê bi navê Abdullah Helawa 3 hezar dolar wek bac li şêniyên gund Birc Abdalo yê navçeya Şêrawayê ferz kirin ku piraniya wê êzidî ne.   Şêniyên ku bac lê hatin ferzkirin ev in: Kanîwar Enewr Elo, Elî Ketlo, Hemîd Kilaho, Umer Delo Hesen. Hêjeyî bibîrxistinê ye ku çeteyê bi navê Abdullah gelek sûc li dijî Kurdan pêk anîne û ew tengav kirine.   - Çekdarên Sultan Murad bi serkêşiya çeteyê bi navê Ferhan berpirsê ewlehiyê yê gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê şêniyên gund neçar dikin ku li hemberî her kartoneke çiloyê rezan ku dibin sûka Hal a li bajarê Efrînê 2 hezar û lîreyên Sûriyê bidin.   Berpirsê ewlehiyê yê çekdarên Ehfad El-Resûl ên ku gundê Hesen Dêra yê navçeya Bilbilê kontrol dikin, ciwanên Kurd neçar dikin ku di patozan de û berhevkirina hilberînan de bê destheq kar bikin. Her kesê vê yekê red dike, yan lê dixin yan jî wî bi dan û standina bi Rêveberiya Xweser re tawanbar dikin.   Guhertina demografîk: Tirkiye piştgiriya hin simsarên Ereb û Kurd ên li Efrînê dimînin kir da ku şêniyên Efrînê yên koçber bûne teşwîq bikin ku milkên xwe bifiroşin.   Tirkiye ferman daye wan simsaran ku pêwîst e milkên hemû kesên li derveyî bajêr in bi çi rêbazî dibe bila bibe û heta di bin gefan de desteser bikin. Bi rastî jî gelek şêniyên Efrînê yên koçber ên li gelek herêmên Şehba, Heleb û hinek dewletên Ewropayê dimînin gotin ku xizmên wan ên li Efrînê mane bi wan re der barê vê mijarê de axivîne û bi simsaran re pêwendî danîne.   Bûyerên li Şehbayê: Di 25.05.2021`an de Tirkiyeyê û çeteyên wê agir berdan zeviyên gundê Basilê, derdora gundê Soxenekê yê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê dagirkirî. Ji ber wê agir ber fireh bûye û rûberên mezin şewitîn ku heta niha hîna venemirî ye. Bi zanabûn dewleta Tirk a dagirker her sal agir bi zeviyên gundên li nêzî herêmên dagirkirî yên li navçeyên Şera, Şêrawa û kantona Şehbayê dixe.   - Di 25.05.2020`an de eskerên TSK'ê derdora bajarokê Til Rifetê û gundê Bêloniye bi çekên giran topbaran kirin û di encamê de zirar bi milkên şêniyan çêbû.   - Di 27.05.2021`an de eskerên TSK'ê gundên li nêzî rêya Til Rifetê yê kantona Şehbayê û gundên Birqasê û Miyasê yên li navçeya Şêrawayê topbaran kirin û tu agahî der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.   - Di 29.05.2021`an de eskerên TSK'ê û çeteyên wê gundên Bendava Şehba û Mişêrfe yên kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin lê tu agahî derbarê ziyanan de nehatin bidestxistin.   Tevliheviya ewlehiyê li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de: Di 24.05.2021’an de motorsîklêtek bombebarkirî li Cerablusê yê gundewarên rojhilatê Helebê teqiya û di encamê de 3 sivîl hatin kuştin.   -Di 15.05.2021`an de bombeyeke bi erebeyeke li paş avahiya Şîn a li ser rêya Racoyê ya bajarê Efrînê teqiya û di encamê de gelek kes birîndar bûn û hatin kuştin.