Bi sedan karker tuwaletekê û serşokekê bikar tînin 2021-06-01 09:00:44 ENQERE - Karkerên çandiniyê yên demsalî ku li navçeyên Bala û Cihanbeylî karên zeviyan dikin, di nava şertên herî giran de dixebitin. Karkerên ku hindik sûdê ji av û ceyranê digirin, tuwalet û serşokên hevpar bikar tinin. Bi sedan karker heman tuwalet û serşokê bikar tînin.   Her sal bi deh hezaran karkerên kurd diçin li bajarên rojava di nava zeviyan de bi kedek zêde û erzan kar dikin. Karkerên ku ji Riha, Semsûr, Mêrdîn, Amed, Şirnex, Wan, Agirî, Qers û gelek bajarên din diçin karên zeviyan dikin, li bajarên Konya, Enqere, Edene, Manîsa, Îzmir û bajarên din, di nava zeviyan de di şertê herî giran de kar dikin. Karker li nava zeviyan di çadiran de dijîn û bi sedan karker tuwalet û serşokên hevpar bikar tînin. Dîsa ji bo vexwarin û şuştinê av, kêm e, Ceyran kêm e û derfetên jiyanê pir kêm im. Karkerên ku di nava şertên giran de kar dikin, hem gelek saetan kar dikin û hem jî heqê keda wan erzan e.    Karkerên ku li navçeya Bala ya Enqereyê û navçeya Cihanbeylî ya Konyayê kar dikin, mînaka rewşa hemû karkeran nîşan dide. Karker serê sibê bi tîrêjê rojê re dest bi kar dikin. Li konan dijîn. Di konan de ceyran û av tune ye. Dîsa bi sedan karker heman tuwalet û serşokê bikar tînin. Ji ber tunebûna avê karker nikarin paqijiyê bikin. Karkerên ku li navçeya Bala kar dikin, bê ceyran dijîn. Ji bo avê temîn bikin bi kilometreyan dimeşin û diçin avê tînin. Karkerên ku li navçeya Cihanbeylî kar dikin jî di çadiran de dijîn. Li vir her çend li çadiran av û ceyran hebe jî av pir buha ye. Heqê av û ceyranê ji yomiya karkeran qut dikin. Ji karkerên ku li navçeya Cihanbeylî di çadiran de dijî Halil Kaplan, li ser rewşa xwe axivî: “Em ji serê sibê heta êvarî di bin tîrêjê rojê de karê çape dikin. 30 salin em tên li vir kar dikin. Em avê dixwazin tu kes avê ji mere nîne. Berê saeta avê tune bû. Şaredariyê dest danî ser. Niha heqê av û ceyranê ji yomiya me dibirin. Her mehê em 150-200 lira didin heqê av û ceyranê. "    BI SEDAN KARKER HEMAN TUWALET Û SERŞOKÊ BIKAR TÎNIN   Karkerên demsalê li gel zarokên xwe bi sedan kes di nava zeviyan de li çadiran dijîn. Bi sedan karker heman tuwalet û serşokê bikar tînin. Tuwalet û serşokên wan ji Konteyniran pêk tên. Karker ji bo tuwalet û serşokê bi saetan dikevin dorê û li ber rojê dimînin. Gelek caran karker nikarin serê xwe bişon. Gelek malbat zarokên xwe di teştan de dişon.    13 SAETAN KAR DIKIN   Karker her rojê 13 saetan di bin tavê de kar dikin û yomîya wan bi 70 tl ye. Karker saet di 06.00’an de dest bi kar dikin û heta 19.00’ê êvarî dixebitin. Karkeran anîn ziman ku şewba vîrûsê hebe jî dîsa kar dikin û bimirin an jî nexweş bikevin kes bi hawara wan naçe. Karker nisanê tên û heta demsala zivistanê li wir dexibetin.    JIN LI MALÊ JÎ KAR DIKIN   Karê jinan duqat zêde ye. Jinên karker hem 13 saetan di nava  zeviyê de dixebitin, hem jî piştî têne malê, vê carê karê malê dikin. Ji jinên karker C.M., bal kişand ser şertên jinên karker û wiha got: "Niha şertê kar giran e, lê ez ji bin minneta mêr derketime.    Karkerên ku zarokên wan li gel wan dijîn, nikarin ji mafê perwerdehî û tenduristiyê sûdê bigirin. Zarokên me nikarin sûdê ji perwerdehiyê bigirin. Karkeran bang li rayedaran kir û xwest dengê wan bibhîzin û şertê wan bibînin.    MA / Ceylan Şahînlî