Turkdogan: Herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatin kuştin 2021-06-01 09:00:45 ENQERE -  Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, têkildarî îdeayên Rêveberê Mafya Sedat Peker ên ku AKP'ê  piştgiriya çekan dane Rêxistina El Nusrayê anî ziman ku eger Tirkiye vê yekê lêkolîn neke, rêxistinên navneteweyî dikarin têkevin nava lêkolînê. Turkdogan, anî ziman ku di raporên NY'ê de hatiye diyarkirin ku Rûsya û Tirkiye li Sûriye sûcê mirovahiyê kirine û herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatine kuştin.  Rêveberên çeteyên mafyayê yê girêdayî dewletê Sedat Peker, li ser hev bi vîdeoyan li ser rêxistinên çete û mafyayan daxuyaniyan dide. Sedat Peker,  herî dawî bal kişand ser têkiliyên Tirkiye yên bi çeteyên nava Sûriyeyê El Nusra re. Peker, anî ziman ku îktîdara AKP'ê çek şandine rêxistina El Nusra re û li dijî zagonan bazirganiya çekan bi Sûriyeyê re kiriye. Peker, anî ziman ku Tirkiye bi rêya rêxistina SADAT'ê çek ji El Nusra re şandine. Peker, da zanîn ku SADAT girêdayi Serokê Karê Îdarî yê Serokomariyê Metin Kıratli ye. Tirkiye jî di navde 10 welatan El Nusra xistibû nava rêxistina terorê. Beriya ku Peker vê yekê bîne rojevê berê jî gelek caran partiyên muxalif ev rastî anibûn ziman. Di şerê 10 salan ên dawî de gelek caran sûcên şer ên li dijî mirovahiyê di raporan de hatibûn parvekirin. Yek ji van raporan Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bû.    Komisyona NY di rapora Tîrmeha 2019 û 10'ê Çileya 2020'an de diyar kir ku Tirkiye li Sûriye sûcê şer kir. Komîsyona NY'ê di raporê de anî ziman ku Hêzên Rûsya, yekîneyên girêdayî rejîma Sûriye, komên girêdayî El Kaîde û komên Sûriye ku Tirkiye piştgiriyê dide wan sûcên şer kirine. Komîsyonê da zanîn ku Artêşa Millî ya Sûriye (MSO) di "Bariş Pinari" de li dijî Kurdan mafên mirovan binpê kiriye û Tirkiye ji van sucan berpirsiyar e.    'BI MILYONAN MIROV LI BENDA HEQÎQETÊ NE'   Têkildarî daxuyaniyên Peker, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, anî ziman ku di vîdeoyên Peker de xuya dibe ku li Tirkiyeyê bi milyonan li bendaheqîqetê ne û wiha got: "Bi milyonan kes vîdeoyên Peker temaşe dikin. Xuya ye ku bi milyonan li benda heqîqetê ne. Tîyê heqîqetê ne. Gelek welatiyên Tirkiye bawer dikin ku rastî ji wan re hayê vegotin û van vîdeoyan temaşe dikin. Li vir pirsgirêka heqîqetê heye.    'SÛRIYE MIJAREK KU BI TAYBET LÊ LÊKOLÎNKIRIN E'    Ozturk, bal kişand ser îtîrafên Peker ên der barê têkiliyên Tirkiye û çeteyên El Nusra û wiha axivî: "Piştî li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir gelek raporê binpêkirinên mafan ên neteweyî û navneteweyî hatin amadekirin. Ez di sala 2013'an de ji Nisêbînê heta Hatayê ji bo çavdêriyê çûm ser sînor. Der barê rewşa sinor de raporên taybet hene. Me têkildarî rewşa sînor rapor amade kir. Di raporê de tişta derket pêş, mirovên bi navê cîhatkar çawa bi hêsanî di sînor re derbas dibûn. Çawa ev mirov bi hêsanî ji Tirkiye derbasî Sûriyeyê dibûn. Li deriyê sînor van mirovan tenê qertek nîşan didan û bi hêsanî derbas dibûn. Piştre em çûn me got çima em nikarin biçin. Gotin qarta wan heye. Me got vê qertê ji ku digirin. Lê bersiv nedan pirsa me. Ne tenê ji bo Tirkiye, divê ji bo mutefîkên Tirkiye jî rewşa Sûriye bi taybet bê lêkolînkirin."    RÊXISTINÊN NAVDEWLETÎ DIKARIN TÊKEVIN NAVA TEVGERÊ   Ozturk, da zanîn ku têkildarî polîtîkayên Tirkiye yên li dijî Sûriyeyê hêz û rêxistinên navdewletî dikarin têkevin nava tevgerê û wiha berdewam kir: "Di bin vê rewşê de neçareseriya Pirsgirêka Kurd heye. Divê Tirkiye der barê îtîrafên Peker de zagon û qanunê xwe pêk bîne. Eger hûn li welatekî din bê navber operasyonan çêkin, hûn li welatê xwe destûr bidin komên paramîlîter û hûn destûr bidin ku çek biçin ji van komên şerrût re û hûn erka xwe ya zagonî pêk neînîn, wê demê dê rêxistinên din têkevin nava tevgerê û hesab bipirsin.  Eger hûn di nava xwe de hal nekin, wê demê rêxistinê navdewletî dê dest lê werdin. Li gelek welatan agahî û belgeyê vê yekê heye. Ji bo rewşa Sûriye êdî Tirkiye bi tena serê xwe nikare ji nava wê derkeve. Eger îtîrafên Peker rast bin, dê gelek kes li gorî zagona Qanûna Cezayên Tirk bêne darizandin. Li aliyeki Konseya Ewlehiye ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriye biryar girtine.    ‘DARIZANDINEK LI GORÎ XWESERİYA SÛRIYE DÊ BÊ KIRIN'    Ozturk, herî dawî destnîşan kir ku li Sûriyeyê zêdeyî 500 hezar mirov di şer de hatin kuştin û wiha got: "Sûcên herî giran ên mirovahiyê li vir hatin kirin. Divê teqez darizandinek xweser a li gorî rewşa Sûriyeyê bê kirin. Divê êdî her kes vê meseleyê cîddî bigirin. Divê îdeayên ku alîkarî dane hêzên paramiliter bi awayekî cîddî bên lêkolînkirin û darizandin.    DIVÊ SADAT BÊ LÊKOLÎNKIRIN   Divê Tirkiye rewşa SADAT’ê lêkolîn bike. Em bi salan e li dijî rêxistinên kontrgerilla têkoşîna heq û hiqûqê didin. Niha versiyonek din a kontgerîla di bin navê şîrketê e heman xebatan dike. Divê dozger vê mijarê lêkolîn bikin. Qada xebatê ewlehiyê yên vê şîrketê çine. Sînorê wê çiye, Kes dikare venertina wê bike. Şîrketên di qada navdewletî de xebatê dike kî venêrtina wan dike. Çawa venertina wan tên kirin. Divê teqez lêkolîn û lêpirsîna vana bên kirin.    TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ    Heman sûc di salê 90’an e jî hatin kirin. Di salê 2013-2015'an ên çareseriyê de  Tirkiye firsendên pir mezin ji dest revandin. Tişta bê kirin divê têkoşîna heqîqet û edalete bê kirin. Dadgeha îstînafê biryara doza JÎTEM'a Enqere xera kir. Niha wekî van doz û darizandinan doza Musa Anter ê rahmeti û Doza JÎTEM'ê ya Qoser Enqereye heye. Divê mirov bêtir eleqe û balê bikişîne ser van dozan. Divê berpirsiyar li hemberî darazê hesab bidin."    MA / Dîren Yurtsever