Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve! 2021-06-02 09:06:00 WAN - Dadgehê endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser bi hinceta ku bajarê wî nêzî sînor e girtiye. Parêzer Sedat Kûla bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: "Yanî muwekîl li Stenbol, Enqere an jî li Kayseriyê bijiya, dê nehata girtin?"  Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Firat Keser ji ber lêpirsîneke sala 2011'an, di 28'ê Gulana 2021'ê de hat girtin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Aydinê, bi hinceta bajarê ku Keser lê dijî nêzî sînor e, ew girtiye. Parêzerê Keser Sedat Kûla bertek nîşanî vê da û got: "Yanî muwekîl li Stenbol, Enqere an jî li Kayseriyê bijiya, dê nehata girtin?"    Kûla, destnîşan kir ku dosye bi beyanên kesekî ku tevli rêxistinê bûye û di sala 2011'an de ji "qanûna poşmaniyê" sûd girtiye hatiye amadekirin û Keser jî di heman salê de çûye dozgeriyê û îfade daye û piştî 4 salan îdianame hatiye amadekirin. Kûla got: "Muwekîlê min tevli danişîna ewil bûye. Bi fermana Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Aydinê, li Wanê jî bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bûye. Muwekîlê min û 'şahid' her du jî tevli danişîna ewil bûne û bi şahid muwekîlê min idin teşxîskirin. Lê dibêje ez wî nas nakim û dibêje nayê bîra min ka têkiliya Keser bi vê bûyerê heye yan na. Tam 6 salan ji bo bersûcekî fîrarî danişîn tim hatin taloqkirin. Lê di sala 2021'ê de kesê ku ji qanûna poşmaniyê sûd girtiye, di danişîan 18'an de dibe muştekî û cardin îfadeya wî tê girtin. Tevî wî, ji malbata wî jî muştekî hene. Gazî wan jî dikin. Tu daxwaz an jî rastiyek tun ye. Di dosyeyê de tu tişt neguheriye û delîl tune ne. Muştekiyê ku berê îfadeya wî hatibû girtin, piştî 11 salan cardin derbarê muwekîlê min de îfadeyê dide. Dibêje, li mala wî maye. Dibêje, ji wî re pesnê rêxistinê daye. Dadgeh jî vê nakokiyê ferq dike û dipirse. Şahid bi xwe dibêje, 'Beyanên min ên sala 2015'an debrasdar in. Çimkî wê çaxê bûyer nû qewimîbû. Niha 11 sal derbas bûne, dibe ku neyê bîra min.' Di wê danişînê de gazî muwekîlê min jî dikin. Ji ber ku di sala 2015'an de îfadeya wî bê parêzer hatibû girtin, gazî wî dikin. Vê carê dixwazin li cem parêzer îfadeyê bide. Lê wî girtin."    HINCETA DADGEHÊ    Kûla, destnîşan kir ku muwekîlê wî bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin, lê belê pirsgirêka herî mezin jî hinceta ji bo girtinê ye û got: "Gelek sedem berpêş kirine. Me îtiraz kir. Lê tişta ecêb jî ev e; ji ber ku muwekîlê min li Wanê dijî, ji ber ku rêxistin li Sûriye û Iraqê ye û Wan nêzî van welatan e û dibe ku bireve. Muwekîlê min bi vê hincetê û vê îdiayê hatiye girtin. Yanî muwekîl li Stenbol, Enqere an jî li Kayseriyê bijiya, dê nehata girtin? ev qas sal derbas bûne, ne lêpirsînek, ne binçavkirine û ne jîg irtinek çêbûye. Di dosyeyê de tu tişt nehatiye guherandin, lê çima muwekîlê min hat girtin? Di dosyeyê de delîlek berbiçav tune ye. Lê gumana me ji ber tiştekî ye, ew jî ev e; di îdianameya doza girtina HDP'ê de tê xwestin qedexeya siyasî deynin ber muwekîlê me jî û dixwazin vê dosyeyê ji bo îdianameyê wekî emsal nîşan bidin. Liv û tevgera di dosyeyê de piştî îdianameya derbarê girtina HDP'ê de dest pê kirine. Biryareke nehiqûqî hatiye dayîn."    MA / Cemîl Ûgûr