Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin 2021-06-02 09:06:07 ENQERE - Girtî Ayşe Topçû ku di Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de dimîne, ragihand ku di dema çûna nexweşxaneyê de zehmetiyê dikişînin, ew û girtiyên din nikarin biçin cem hev du, kargoyên wan dereng teslîmî wan dikin û nameyên wan tên sansurkirin.  Ayşe Topçû ku 6 sal in girtiye û ji Girtîgeha Mûşê ya Tîpa E'yê sewqî Girtîgeha Sîncanê ya Jinan hatiye girtin, nameyek şandiye. Topçû, di nameya xwe de bal kişandiye ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.    Topçû, diyar kiriye ku du kes di qawîşekê de ne, lê li qawîşên din 5-6 kes li cem hev in û got: "Em ji Adara 2020'an ve hev du nabînin. Bi hinceta pandemiyê em nikarin odeyên xwe jî biguherînin. Helbet ev hincet tenê ji bo me girtiyên siyasî derbasdar e. Girtiyên edlî odeyên xwe diguherînin. Berê hin çalakiyên me hebûn, lê mixabin çalakî jî nesîbê xwe ji pandemiyê girtin. Em bi temamî di hundir de, nikarin derkevin derveyî qawîşê."    HEMÛ AKTIVÎTE HATINE BETALKIRIN    Topçû di nameya xwe de gotiye: "Li derve bi awayekî qismî be jî hin tevdîr hatne sistkirin. Lê mixabin ji bo zindanê tiştek nehatiye kirin. Tew tiştine hîn xirabtir çêbûn. Tu pêwendiya vir û derve bi hev re tune ye. Ne mimkun e ku ev der vîrusê belav bike."    Topçû, da zanîn ku kargoyên wan dereng digihên wan û gava kargo tên jî, kolî ancax mehek an jî du meh şûn de tên vekirin û ji ber ku kincên wan dereng teslîmî wan tên kirin, havînê cilên zivistanê, zivistanê jî cilên havînê li xwe dikin û pirtûkên wan jî dereng teslîmî wan tên kirin.    NIKARIN BIÇIN NEXWEŞXANEYÊ    Topçû, destnîşan kir ku ji roja ku pandemî dest pê kiriye heya niha di van şert û mercan de ne û tevdîrên tên girtin jî kêfî ne û got: "Heya ji destê me tê em li tenduristiya xwe miqate ne. Helbet hin nerihetî hene, em nikarin mudaxile bikin. Hin hevalên me hene nexweşînên wan ên giran hene. Hevalên me yên dibê bên emeliyat kirin, hevalên me yên bi pençeşêrê re rû bi rû ne û divê bên tedawîkirin, ehvalên me yên divê ji ber guatrê bên emeliyatkirin hene. Lê gava yek ji wan nexweş bikeve û biçe nexweşxaneyê, ji mecbûrî divê di karantînayê de bimînin. Yanî li qawîşê gava yek ji me biçe nexweşxaneyê, divê li benda bidawîbûna dema karantînayê bisekine. Gava hevalek ji karantînayêd erdikeve, yeke din li şûna wê dimîne. An jî hevalek me ji karantînayê dertê, yeke din li dewsa wê dikeve karantînayê. Hevalên me yên tên karantînakirin, tenduristiya wan nebaş e. Ji ber van pirsgirêkan hevalên me nikarin biçin nexweşxaneyê."    NAME TÊN SANSURKIRIN    Topçû, di dawiya nameya xwe de got: "Heya ji destê me tên em hewl didin pêwendiyê bi derve û hevalên li zindanên din re deynin. Lê di warê şandin û hatina nameyan de problem hene. Piraniya nameyên tên jî tên sansurkirin. Ji ber vê em ji nameya tê tiştekî fêm nakin."