Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin 2021-06-02 13:13:51   AMED – Di yekemîn danişîna doza ku ji ber gotina “Birêz Ocalan” li Hevseroka KCD’ê Leyla Gunve hatibû vekirin de dozger mutalaaya xwe aşkera kir û daxwaza kir ku Guven heta 5 salan bê cezakirin.    Rexmî ku Dadgeha Bilind, di sala 2012’an gotina “Birêz” a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê bikaranîn weke “azadiya nêrînê” nirxand û biryar da ku nabe sûc jî ji ber vê gotinê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) doz li Leyla Guven hat vekirin. Bi heman hincetî li Dadgeha Cezayê ya Esliyeyê ya Şirnexê jî doz li Guven hatibû vekirin. Di van her du dosyayên ku Guven ji wan tê darizandin de sûcdariyên “pezindayîna sûc û sûcdar” û “sorkirina gel a kîn û neyartiyê” lê tên kirin.    Yekemîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê ya Esliyeyê ya Colemêgê hat dîtin. Guven, ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parastina xwe kir. Guven, diyar kir ku weke siyasetmedar tişta ku divê bê gotin gotiye û wiha ev tişt anîn ziman: “Ji bo rondik ji çavên dayikan nebarin min daxuyaniyên bi vî rengî da. Wê demê me dîtibû ku ji pêvajoya çareseriyê encameke baş tê girtin. Me dixwest ev bê berdewamkirin. Min got ku di nav aştî û çareseriyê de xebata bi Birêz Ocalan re wê sûdewer be.”   ‘JI GOTINÊN JI BO AŞTIYÊ CEZA DIGIRIM’   Guven, da bi bîr xist ku neçareserkirina Pirsgirêka Kurd didome û têkildarî mijarê ev tişt got: “Weke dema Suleyman Demîrel û Tansû Çîler di dema Recep Tayyîp Erdogan de jî lêgerînên çareseriyê çêbûn lê neçaserkirin didome. Çareserî ne di şer de di aştiyê de ye. Min van nêrînên xwe li gelek platforman anîne ziman. Ji ber van gotinên min 30 sal ceza li min hatiye birîn. Heke çareserî çêbibe ne 30 sal mirinê jî qebûl dikim. Heke gotina Birêz Ocalan sûc be divê Bulent Arinç û gelek parlamenterên AKP’ê jî bên darizandin.”   PARÊZER: GOTINA ‘BIRÊZ OCALAN’ NE SÛC E   Parêzerê Guven Serdar Çelebî ku ew jî bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû parastina muwekîla xwe kir. Guven, bi lêv kir ku gotina “Birêz Ocalan” gotineke xîtabê ye û wiha parastin kir: “Di gelek biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de hatiye diyarkirin ku ev gotine nabe sûc.”   DOZGER DI MUTALAAYA XWE DE CEZA XWEST   Piştî Guven û parêzerê wê Çelebî dozger mafê axaftinê girt û mtalaaya xwe da. Dozger, di mutalaaya xwe de got ku Guven di daxuyaniyên xwe de destnîşan kiriye ku kurd li bajarên rojavayê Tirkiyeyê tên lînçkirin, operasyonên li herêmê weke “şer” pênase kiriye, peznê Abdullah Ocalan daye û sûcên “pezindayîna sûc û sûcdar” û “sorkirina gel a kîn û neyartiyê” kiriye. Ji ber vê Dozger xwest ji 3 salan heta 5 salan Guven bê cezakirin.    Parêzerê Guven, Çelebî, ji bo ku li dijî mtalalaayê parastinê bike daxwaza demê kir. Heyeta dadgehê vê daxwaza Çelebî qebûl kir û danişînê taloqî 22’ê îlonê kir.