Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn 2021-06-02 15:12:27   STENBOL - Mehmet Ayvalitaş ê di serdema çalakiyên Parka Geziyê de jiyana xwe ji dest dabû li ser gora xwe hat bibîranîn. Bavê wî Alî Ayvalitaş got êşa wan jî û berxwedana wan jî hêj neqediyaye.    Mehmet Ayvalitaş ê di 2’ê hezîrana 2013’an de li navçeya Umraniyeya Stenbolê di çalakiyên Parka Geziyê de hat kuştin, li ser gora xwe ya li Goristana Çekmekoya Berê hat bibîranîn. Malbata Ayvalitaş, nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî beşdarî bîranînê bûn. Her wiha dayika Ayvalitaş, Fadîme Ayvalitaş jî li ser gora xwe ya li Goristana Çekmekoy a Nû hat bibîranîn. Bavê Ayvalitaş, Alî Ayvalitaş di bîranînê de axivî û got ji ber kuştina lawê xwe û wefata hevjîna xwe dilê wî tije bi êş e û hêj êşa wî teze ye. Ayvalitaş destnîşan kir ku êşa wan jî û berxwedana wan jî hêj neqediyaye.    Di bîranînê de nûnerên partiyên siyasî jî axivîn û Ayvalitaş bibîr anîn. Qerenfîl danîn ser gora Ayvalitaş û dayika wî Fadîme Ayvalitaş.