Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar 2021-06-02 15:30:24   RIHA – Ji Amed, Mêrdîn û Wanê heyet çûn serdana Malbat Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin.    Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin keştin didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 86 roj in li ber Edliyeya Rihayê lêgerîna lêgerîna xwe ya edaletê didomînin û çalakiya rûnitinê li dar dixin. Rêveberên Şaxa Duyemîn a Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtim Sen) ya Amedê, Hevşaredara Qoserê Nilûfer Elîk Yilmaz ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û rêveberên HDP’a Qoserê û ciwanên endamê Komeleya Çand, Huner, Antropolojî û Zanîstê (BASK-DER) ku ji Wanê hatibûn, serdana Emîne Şenayaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar kirin.    Destpêkê heyeta Egîtîm Senê ya ji Amedê hatibû serdana Malbata Şenyaşar kir. Piştre jî heyeta HDP’ê ku ji Mêrdînê hatibû û herî dawî jî heyeta BASK –DER’ê ku ji Wanê hatibû serdana Malbata Şenyaşar kir. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar her sê heyetan pêşwazî kirin û qala çalakiya xwe û nehaqiya ku li wan tê kirin, kirin.    Li ser navê her sê heyetan jî nûnerên heyetan axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo Malbata Şenyaşar ragihandin.