Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê 2021-06-03 09:03:25 WAN - M.A. ku ji ber rejîma Îranê reviyaye û hatiye Wanê, ji ber ku cihekî lê bimîne tune ye, bi rojan e li parkan radizê.   M.A. ku ji ber nasnameya xwe ya muxalif li Îranê 20 sal ceza lê hatiye birîn û 10 salan di girtîgehê de maye, nêzî 5 sal berê ji Îranê reviyaye û hatiye Wanê. M.A., li bajêr di hin karan de xebitiye û herî dawî notirvaniya avahiyekê kiriye, lê ji ber ku heqê keda wî nehatiye dayîn ji bêgavî dev ji kar berdaye. Her wiha M.A. piştî wxtekê jî ji xaniyê ku tê de dima jî hatiye derxistin û 25 roj in li parkên bajêr radizê.    LI PARKAN RADIZÊ    M.A., diyar kir ku ji ber ku nexweşîna qelb pê re heye nikare karên giran bike û ji ber ku heqê kirêya xwe nedaye ji xanî hatiye derxistin. M.A., anî ziman ku destûra wî ya mayînê heye, lê belê ji tu mafên penaberiyê sûdê nagire û niha bi alîkariya hin kesên derdorê lazmatiyên xwe peyda dike. M.A., bilêv kir ku her roj li parkekê radizê û bi şev park deverine talûke ne.    ÎSTIXBARATÊ GEF LÊ XWAR    M.A., diyar kir ku hin kesên muxalif ku ji bêgavî hatine Tirkiyeyê, îstixbarata Îranê ew revandine. M.A., da zanîn ku kesekî ku li Îranê rojnamevanî dikir û paşê hatiye Wanê, îstixbaratê ew revandiye û polîsan tiştek nekiriye. M.A. got: "Ev mirov, li Îranê cezayê darvekirinê li wan hatine birîn. Gava ev mirov bên daliqandin dê berpirsiyar kî be? Ez jî bi heman zehemetiyan re rû bi rû dimînim. Malbata min li Îranê ye û zehmetiyê dikişîne."   M.A. got: "Her cara telefonî wan dikim, îstixbarata Îranê diçe cem malbata min û wê nerihet dike. Lewma zarokên min naxwazin telefonî wan bikim. Bela xwe di wan de jî didin. Xwarzîkê min 4 mehan girtin, ji bo cihê min ji wan re bibêje. Tirkiye jî divê li gor peymanên navneteweyî hereket bike û mafên penaberan esas bigire."