25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike 2021-06-03 09:03:28 AMED - Fatma Ozdemîr, 25 sal in li Baxçeyê Hewselê pirpar, tûzik û şênayiyên din datîne û pê debara xwe dike.  Fatma Ozdemîr (66) ku ji gundê Çeltîk ê navçeya Pîrana Amedê ye, piştî ku di sala 1994'an de gundê wan hatiye şewitandin koçî Amedê kiriye. Ozdemîr, bi salan e bi tûzik, pirpar û giyayên din ku li Baxçeyê Hewselê datîne, debara xwe dike.    Ozdemîr ku 25 sal in bi şênayiyên ku li Baxçeyê Hewselê berhev dike, her sibeh saet di şeşê sibehê de ji mala xwe ya li Sûrê diçe Hewselê û bi qasî 2-3 saetan giyayan berhev dike û paşê li ereboka xwe ya destan bar dike û berê xwe dide malê. Ozdemîr, li malê jî giyayên berhev kiriye paqij dike û wan dike baq. Paşê wan cardin li ereboka xwe bar dike, berê xwe dide nav Sûrê û wan difiroşe.    Ozdemîr, 3 baqên bi 10 lîreyan difiroşe û got: "Ez heya saet nehê êvarî difiroşim. Zabite tim bela xwe di min didin. Di vî umrî de ev qas bar zehmet e, meriv dimire. Her tişt biha bûye. Em jî hewl didin heqê nanê xwe bi dest bixin. Du meh in meaşê extiyariyê digirim, lê xaniyê min bi kirê ye, debar zehmet bûye."    Ozdemîr, diyar kir ku ji ber ku tim erebokê dajone pir diweste û xwest ji bo firotinê cihekî wê hebe.    MA / Eylem Akdag