Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê 2021-06-03 09:03:31 WAN - Dê Tora Ziman û Çanda Kurdî li Wanê mîtîngekê li dar bixe. Komîteya Amadekar a Mîtîngê, bang li gel kir ku tevli mîtîngê bibe.  Komîsyona 15'ê Gulanê ku ji aliyê Tora Çand û Zimanê Kurdî ve hatibû avakirin, di çarçoveya kampanya ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê hatibû destpêkirin de dê di 3'yê Hezîranê li Cizîrê, di 4'ê Hezîranê de li Wanê û di 7'ê Hezîranê de jî li Amedê bi dirûşmeya "Bila zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û perwerdehiyê" û "Bila sedsala 21'emîn bibe sedsala zimanê kurdî" mîtîng bên lidarxistin. Amadekariyên ji bo mîtînga Wanê li ber qedandinê ne. Dê Hevserokê Giştî yê Partia Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Sekreterê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev, aktivîsta TJA'yê Gonul Ûzûnay di mîtîngê de biaxivin. Piştî axivêran dê Koma Gulê Xerzan, Koma Awaza Azad û Lawje jî derkevin ser dikê û bistrên.    Komîteya Amadekar a Mîtîngê diyar kir ku amadekariyên ji bo mîtîngê li ber qedandinê ne. Komîteyê dubare kir ku mîtîngê dê di 4'ê Hezîranê de saet di 13.00'an de li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin û bang li her kesî kir ku tevli mîtîngê bibin.    LI DIJÎ ASÎMLASIYONÊ    Endama Komîteya Amadekar a Mîtîngê Berîvan Bûdakbeyoglû, kampanyaya îmzeyan a ji bo zimanê kurdî hatibû destpêkirin bibîr xist û destnîşan kir ku armanca kampanyayê li ber polîtîkayên asîmlasiyonê rabe. Bûdakbeyoglû got: "Armanca me, kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Lewma me kampanyayeke wiha da destpêkirin. Kampanya dê li mîtîngên Amed, Cizîr û Wanê bidome. Em li benda gelê xwe ne ku tevli mîtîngê bibin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî asîmlasiyonê xwedî li zimanê xwe derkeve."   ‘EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN'    Endamê Komîteya Amadekar a Mîtîngê û Hevserokê Egîtîm Sena Wanê Mûrat Atabay jî destnîşan kir ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê têdikoşin û got: "Em dixwazin her kes tevli mîtînga ziman bibe û xwedî li zimanê xwe derkeve."    BANGAWAZÎ   Hevserokê DBP'a Wanê Çetîn Ûyar jî got: "Em li benda her kesî ne ku tevli mîtîngê bibin. Zimanê me hebûna me ye. Em dixwazin her kes xwedî li zimanê xwe derkeve."    Hevseroka HDP'a Wanê Handan Karakoyûn jî ji bo mîtînga ku dê roja înê bê lidarxistin bang li her kesî kir û got: Li tax û navçeyan xebatên me yên ji bo mîtîngê didomin. Em li benda gelê xwe ne ku wê rojê bi reng û dengê xwe werin qadê."