Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir 2021-06-03 10:08:03 AMED - Rojnamevan Gokhan Gumuş ê li Girtîgeha Bafra ya Samsûnê dimîne diyar kir ku maske û kelûpelên paqijiyê ji bo girtiyan nayên temînkirin, daxwazên sewqê tên redkirin, rojname û pirtûkan nadin girtiyan û nameyên kurdî hatine qedexekirin.  Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Gokhan Gumuş ê li Girtîgeha Bafraya Samsûnê Tîpa T tê ragirtin nameyek ku behsa binpêkirinên mafan dike ji Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DGF) re şand.    ‘SALEK E AKTÎVÎTE HATINE QEDEXEKIRIN’    Gumuş di nameya xwe de anî ziman ku ew 44 kes li girtîgehê dimînin, heta beriya pandemiyê dikaribûn bi girtiyên re suhbet, xebatên sporê bikin û dihatin gel hev û lê piştî pandemiyê ji salekê zêdetir e tu aktîvîteyan û xebatên hevpar nikarin bikin. Gumuş da zanîn ku bi pandemiyê re mafê axaftina telefonê di hefteyê de derxistine du caran û ji ber malbatên wan dûr in nikarin biçin hevdîtinên girtî jî û ji ber vê yekê nikarin mafê xwe yê hevdîtinê bikar bînin.    ‘EM MASKEYAN BI PERE DIKIRIN’    Gumuş destnîşan kir ku li girtîgehê hin girtî bi vîrûsa koronayê ketine û got: “Her çiqas îdareya girtîgehê tevdîran bigire jî lê têr nakin. Li gel ku em maske, dezenfektan û kelûpelên paqijiyê dixwazin jî lê nadin me. Ji me re dibêjin ji kantînê bikirin. Tiştên li kantînê tên firotin hem bêqalîte ne û hem jî biha ne. Her tim tiştên kantînê tên bihakirin. Dest danîne ser radyoyan û ji me re dibêjin ji xwe re yên nû bistînin.”   ‘DAXWAZÊN SEWQÊ TÊN REDKIRIN’    Gumuş destnîşan kir ku bi pêvajoya vîrûsa koronayê re gelek mafên wan hatine qedexekirin û wiha got: “Girtiyên ku ji bo sewqê serî li Wezaretê didin, daxwazên wan tên redkirin. Daxwaza sewqê nagirtin, dema daxwazên me digirin jî lê bi hêcetên basit tên redkirin. Girtiyek nêzî 30 salî ye li girtîgehê heye. Ji ber ku demek dirêj e girtî ye, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Li gel ku cezayê wî ketiye bin salekî jî û ji bo biçe girtîgeha navçeyê û ji mafê serbestiya bi kontrol sûd werbigire daxwazên wî tên redkirin. Dema girtiyên nexweş dibin nexweşxaneyan û tînin leşker ji wan re pirsgirêkan derdixin. Dema girtî li ber leşkeran radibin jî lêpirsînên dîsîplînê derbarê wan de tên destpêkirin.”    'PIRTÛK Û ROJNAMEYAN NADIN ME’    Gumuş anî ziman ku pirtûkên malbatên girtiyan ji wan re dişînin nagihîjin destê girtiyan û wiha got: “Îdareya girtîgehê dest datîne ser pirtûkên me. Kovar, rojname û tiştên me bi kargoyê tên nadin me. Rojname ji bayiyan tên xwestin lê her rojname li wan bayiyan nîn in. Mînak rojnameya Yenî Yaşamê li bayî nîne. Nameyan gelek dereng didin girtiyan û pirr dereng dişînin. Ji ber wergêr nîne nameyên kurdî nayên şandin.”    GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Gumuş di dawiya nameya xwe de got greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorverger a ji 27’ê Mijdara 2020’an ve hatiye destpêkirin li cem wan jî didome.