Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin 2021-06-03 11:42:23 RIHA - Malbata Şenyaşar diyar kir ku parastina kujeran sûc e û got: “Li nexweşxaneyê 23 kesên komkujî pêk anîne û hatine tespîtkirin demildest bidarizînin.”  Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar bi daxwaza “edaletê” 87 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê digirin. Malbat serê sibê zû hat ber avahiya edliyeyê û dest bi çalakiya xwe kir.    Malbata Şenyaşar ji bo daxwaznameya ku derbarê 23 kesên ji komkujiyê berpirsiyar in û hatine tespîtkirin radestî Serdozgeriyê bikin derbasî avahiya edliyê bûn. Malbata Şenyaşar ji bo ku ev kes werin darizandin heta îro gelek daxwaznameyan da dozgeriyê. Malbatê diyar kir ku ew nikarin xwe bigihînin dozgerê li dosyeyê dinêre û muxatab nabînin. Malbat ji bo daxwaznameya xwe bide dozgeriyê li avahiya edliyê sekiniye.    ‘SÛCDARAN BIDARIZÎNIN’    Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya sanal bi hashtagiya “#ŞenyaşarAilesineAdalet (#JiMalbataŞenyaşarReEdalet)” vê peyamê parve kir: “Parastina kesên sûc kirine, astengkirina darizandina wan jî sûc e. Dest ji hevkariya sûc û kirina sûc berdin. 23 kesên li nexweşxaneyê komkujî pêk anîne û hatine tespîtkirin demildest bidarizînin.”