Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da 2021-06-03 13:32:37   ÊLIH – Pitik Elîf ku demeke dirêj bû tedawiya nexweşiya SMA’yê didît, jiyana xwe ji dest da.    Pitika 12 mehî Elîf Eva Tehna ku demeke dirêj bû li Êlihê tedawiya nexweşiya SMA’yê didît, jiyana xwe ji dest da. Îro serê sibehê rewşa Elîf giran bû û malbata wê ew rakir nexweşxaneyeke taybet a li bajar. Li vir rexmî hemû mudaxaleyên ku lê hatin kirin jî Elîf nehat xelaskirin. Piştî karê otopsiyê dê Elîf li Goristana Asrî ya li navenda bajar bê veşartin.    JI BO TEDAWIYA WÊ PÊWÎSTÎ BI 2,4 MILYON DOLARÎ HEBÛ   Malbata Elîf, ji bo ku Elîf li derveyî welat tedawî bike pêwistiya wan bi 2.4 milyon dolarî hebû û ji bo vê gelek kampanya jî li dar xistibûn lê mîqdara pêwist nehat komkirin.