Li Siwêregê qezaya trafîqê pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da 2021-06-03 16:15:49   RIHA – Li Siwêregê wesayîteke ket qenala avê û 5 kesan jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Siwêregê ya Rihayê, wesayîteke ket qenala avê û 5 kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan. Li ser agahdarkirina kesên ku qezayê dîtin tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê hatin cihê bûyerê û gihandin cenazeyê A.C., R.Û.(46), Î.C.(54) û 2 kesên ku navê wan nehat hînkirin. Piştî lêkolînên ku li cihê bûyerê li ser wan hat kirin cenaze ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî (ATK).    Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.