Di lêpirsîna MEBYA-DER’ê de hejmara girtiyan derket 11’an 2021-06-03 16:43:23   WAN - 5 kesên ku di lêpirsîna MEBYA-DER’ê de li Wanê hatibûn binçavkirin û pişt re hatibûn berdan li ser îtîraza dozgeriyê careke din hatin girtin.    Polîsan di 19'ê Gulanê de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) bi rêve bir de, bi ser malan de girtibûn û 18 kes binçav kiribûn. Dadgehê ji 18 kesan 5 kes di 28’ê Gulanê de bi şertê kontrola edlî berdabû.    Li ser îtîraza dozgeriyê Cevdet Bîlekçî, Halîl Karakoç, Kamûran Çîftçî, Mahmût Dîndar û Savaş Encu di saetên serê sibê de bi serdegirtina malan de dîsa hatin binçavkirin. 5 kesên ku anîn edliyeyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 3’emîn Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Wanê her 5 kes girtin û şandin Girtîgeha Kampus a Wanê. Hejmara kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatin girtin derket 11’an.    ÇI QEWIMÎ BÛ    Polîsan di 19'ê Gulanê de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê MEBYA-DER’ê de 18 kes binçav kiribûn. Emîne Şaybak piştî îfade dayînê serbest hatibû berdan. 17 kesên ku di 28’ê Gulanê de îfadeyên wan hatin wergirtin birin edliyeyê.    Bêyî ku îfadeya wan a dozgeriyê bê girtin sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatin kirin . Dadgehê Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulistan Onver ku 3 emeliyatên fitikê derbas kirin, endamên komeleyê Cîhat Aksû, Ceyda Dîndar, Azîze Oner, Şevket Kaplan û nexweşê şekirê Seracettîn Bayhar ê beriya mehekê tiliyên wî yên lingî hatine birîn girtin. Dadgehê Mahmut Dîndar, Cevdet Bîlekçî, Îsa Demîragaç, Sureyya Azba, Nuhî Alici, Savaş Encu, Şevket Kaplan, Halîl Karakoç, Kamuran Çîftçî, Nebî Kaçak,Halime Suslu û Muhsin Demîr bi şertê kontrola edlî berdabûn.