ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-04 09:00:02 * Serokê Giştî yê ÎHD'ê yê berê Akin Bîrdal, anî ziman ku pêkanînên bêhiqûqî yên Teşkîlat-i Mahsûsayê ku di dema Îttîhat Terakkiyê de bi awayekî veşarî hatiye avakirin û girêdayî Enver Paşa bûye, dewrî Komarê hatine kirin.  * Cenazeyên endamên PKK'ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li nexweşxaneyên Mêrdîn û Şirnexê tên sekinandin. Dayîka Bîşeng Hezer diyar kir ku di dîmenê ku hêzên dewletê li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kirine, li ser cenaze keça wê  muameleya li dijî mirovahiyê hatiye kirin û got: "Cenazeyê keça min tazî kirin û bi erdê re kaş kirin"    * Yûsûf Bor, dema girtî bûye dereng hatiye tedawîkirin û ji ber vê her du çavên wî jî kor bûne. Bor got: "Girtiyên nexweş mehkûmî mirinê dikin."   * Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê yê HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî, bal kişand ser pakêtae 4'emîn a darazê û wiha got: "Ev pakêtek xapînok e. Di pêvajoya ku têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê tê niqaşkirin de, mirov nikare qala pakêta darazê bike. Ev pakêt baweriyê nade tu kesî."    * Sedat Peker, diyar kiribû ku tiliya Korkût Eken di cinayeta Kûtlû Adali de heye. Eken jî di parastina xwe de gotibû, "Ji bo kar û barên PKK'ê vekolim çûbûm Qibrisê." Parêzerê ji Bakurê Qibrisê Tacan Reynar, destnîşan kir ku parastina Eken ne rast e û got: "Welatê ferxik, veguheriye koncala ferxik."    * Li Bazara Genim a Îmam Keskîn a Rihayê, keda hemalan tê xwarin. Hemal Omer Çakmak behsa şert û mercên kar kirin û got: "Li ber çavê civakê em ne tiştek in, ji lew re em hemal in."     * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi 2 milyon û nîvan "projeya baxçeyê tîkane" çêkiribû, lê ji ber ku bêxwedî hatibû hiştin bûbû sergo. Lê belê vê carê heman proje bi navê "Projeya Mardîna Biçûçik" ket ber îhaleyê. Bedêla projeyê nehatiye aşkerekirin.    * Zelîha Dogan, dayika Ebû Muslum Dogan ku li dijî komploya navdewletî ya li hemberî Ocalan agir berdabû bedena xwe, got: "Dewlet qanûnên xwe dieciqîne. Divê malbat û parêze hevdîtinê bi Ocalan re bikin."    * Mehmet Ocalan, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin bi dawî bibin, demildest divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.    * Malbata Şenyaşar dê li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya edaletê di roja 88'an de berdewam bike.    * Partiya Komînîst a Kurdistanê dê têkildarî kampanya "Kampanya Nan"  li Cemîyeta Rojnamegeran a Guneydogu daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Baroya Wanê, OHD, TUHAY-DER, Odeya Tabîban, ÎHD û THÎV, dê rapora ku têkildarî rewşa Girtîgeha Tîpa T a Wanê amade kirine bi raya giştî re parve bikin. (11.00)   * Tora Çand û Zimanê Kurdî bi boneya Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dê li Parka Musa Anterê mîtîngê li dar bixin. (13.00)