Li girtîgehê her du çavên wî kor bûn 2021-06-04 09:00:45 WAN - Yûsûf Bor, dema girtî bûye dereng hatiye tedawîkirin û ji ber vê her du çavên wî jî kor bûne. Bor got: "Girtiyên nexweş mehkûmî mirinê dikin." Li gor Rapora Girtîgehan a 2020'an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gor heman raporê, bi sedan girtî jî bi tahde û îşkenceyê re rû bi rû mane û mafên wan ên tenduristî û pêwendiyê tên binpêkirin. Yek ji van kesan jî Yûsûf Bor bû. Ji ber ku di wext de nehatiye tedawîkirin, her du çavên wî jî kor bûne.    HER DU ÇAVÊN WÎ JÎ KOR BÛN    Di 17'ê Mijdara 2012'an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li Wanê mîtîngek li dar xistibû û piştî mîtîngê hin bûyer çêbûbûn. Yûsûf Bor jî di dema van bûyeran de hatiye binçavkirin û paşê jî bi hinceta "kevir avêtiye "hat girtin û piştî 6 mehan hat berdan. Paşê ji ber heman bûyerê 3 sal û 9 meh ceza lê hatiye birîn û cardin hatiye girtin. Bor di 10'ê Mijdara 2019'an de hatiye berdan, lê ji ber ku dema girtî bû di wext de nehatiye tedawîkirin çavên wî kor bûne.    DERENG HAT TEDAWÎKIRIN    Bor, diyar kir ku li girtîgehan nexweşînên kronîk zêde bûne û ji bo nexweşîna xwe gelek caran daxwazname nivîsandine da ku biçe nexweşxaneyê, lê belê daxwaznameyên wî esas nehatine girtin. Bor, anî ziman ku ji ber tansiyan çav ewilî çavê wî yê çepê kor bûye û bi dû re jî yê rastê. Bor got: "Carinan dermanên min jî nedidan min. Min daxwazname dinivîsand, dîsa min nedibirin nexweşxaneyê. Çavê min ê çepê li girtîgehê kor bû. Ji ber ku nehatim tedawîkirin giran bû. Piştî giran bû min birin nexweşxaneyê. Piştî ku rewşa her du çavên min pir xirab bû, ez emeliyat kirin. Lê her du çavên min jî kor bûn. Paşê rapora berastengiyê dan min, ji sedî 90."    Bor, destnîşan kir ku piştî hatiye berdan çûye nexweşxaneyê, lê belê ji ber ku nexweşînê giran bûye tedawiya wê jî tune ye. Bor, anî ziman ku ji ber "bêperpirsiyarbûna girtîgehê" her du çavên wî kor bûne û girtiyên nexweş ên din jî bi heman rewşê re rû bi rû ne. Bor, bilêv kir ku gelek girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û got: "Hin girtî hebûn, nexweşîna wan giran bû, lê tenê wan dibirin revîrê. Li girtîgehê mirovan mehkûmî mirinê kirine. Demildest divê girtiyên nexweş bên berdan."    MA / Dîndar Karataş